Mustafa Tantekîn, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê vê yekê zanebûn dike.
Têkildarî îdîayan de rayedarên girtîgehê jî diyar kirin ku ew tu agahiyan nadin.
Rewşa girtiyên giran dibe
Ji aliyê din ve rewşa girtiyên siyasî yên li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê têkidarî rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehê name şandin. Girtiyan nav û nexweşiyên girtiyan nivîsîn û bang li rayagiştî ya bihestiyariyê kirin ku rayedar peywira xwe bi cih bînin kirin. Li gorî nameyê nav û pirsgirêkên girtiyên nexweş wisa ye:
- Fethullah Demirtaş (hikumxwar): TM Dîck fonksiyon (movên çeneyan dihelin) Bi zexîreyên nerim û biav tê xwedîkirin. Li 3 cihan fitiqa stu heye.
- M. Sîraç Tugluk (hikumxar e): Ameliyata dil a vekirî pêk anî û qepaxa mîtral hatiye guherîn. Anjiyo bûye û ameliyata guatır-troît bûye. Di qirik û roviyên wî de pirsgirêk heye Di prostata wî de îltîhap heye. Tansiyona bilind û her tim bêhal û westiyaye.
- Velî Yavuzkiliç (hikumxar): Franjît (Kronîk) Hepatît-B (Granul bûye, vegeriyaye sîroza û her tim demanan bikartîne) Varîs, varîncosel, prostad (kronîk) şewba soman.
- Mehmet Kartal (hikumxar): Hepatît-B, prostat, mîgren, di qirikê de kîst, di ziravê wî de pirsêk heye, varîs û fiqika wî heye. Raporên wî hene.
- Mehmet Yayan (hikumaxar): Koah (tengbûna bêhnê), nexweşiya Glokum (tansiyona çav) dibe sedema gorbûnê. Mîgren, fitiqa mede, ulser, reflu, derizîna rovî (ji ber Aalfîsurê ameliyat bû), di pergala roviyan de qelsbûn heye, Kronîk alarjî bersiva dermankirinê nade, nerihetiya gurçikê. Ji ber darbeya girtî piyê wî yê rastê hinek seqet e. Dermanên wî yên bingehîn zirar dîtin.
- Firat Yagmakan (girtî): Hepatît-B (Kronîk) fitiqa stu, bawesîr, tansiyon û nexweşiya med û rovî.
- Murat Yagmakan: Hepatit-B, di pişîkê de bîopsî bûye. Dermankirina wî didome.
- Vahdettîn Yalçiner (hikumxwar): Ji sedî 30 vucuda wî di asta 2-3 de şewitiye. Berê ji ber vê yekê hatibû ameliyatkirin li ji ber beşekî cerm jê hate girtin divê çerm lê bê neqilkirin.
- Îhsan Elçîçek (girî): Nerihetiya dil heye.Şiker, tansiyon û romatîzmayên wî hene.
- Seyîthan Kort (hikumxwar): Hepatit- B.
- A. Vahap Aydemir (girtî): Nexweşiyên prostat û gurçikê heye.
- Servet Kirboga (girtî): Nexweşiya astim, gurçik û ziravê wî de xiz heye.
DÎHA/AMED-ÎZMÎR