
LUQMAN GULDIVÊ
Dema Hesen Zîrek bi goraniya xwe ya bi navê Ey Niştiman bang li neteweya Kurd dikir da ku têkoşe ji bo serketina xak û ciwanên Kurdistanê, kêm mirovên ewqasî wêrek li Kurdistanê, nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê hebûn:
Ey netewekanî dilêr
Ey Kurdeke ey baskeşêr
Ey Niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Ariyan wetanî Kurdan
Bo têdikoşim be ruh be can
Ta serkewtinî xakî Kurdistan
Zîrek ev gotinên neteweperwer li meqamekî kevin ê Kurdî bi hin awayên marşan sala 1946´an got. Heyri Tunç, paşê wê bigota, ev ew stran e ku Seîd Axayê Cizîrê salên 1930´î gotibû, bi navê Ew milkê Kurdan. Lê ev meqam ji wê jî kevintir e; li gorî hin îdîayan salên 1930´î ev beste ketiye nav arşîva Radyoya TRT Ankarayê. Û erê ev beste hatibû Enqerê; Ermeniyên ku ji fermanê filitîn bi xwe re şîniyeke bi Kurdî a bi navê Ez ê herim welatê xwe jî biribûn Enqerê, ku paşê wê ji vê yek ji marşên neteweyî yên Tirk bihatana çêkirin: Ankara´nin Taşina Bak. Cîrantiya miletan dike ku ew ji hev hin tiştan bigirin, bibin xwediyê tiştên hevpar; lê dezenformasyon û qirkirina çandên din, tişta ku dewleta Tirk ji destpêka xwe ve dike ye.
Li vir ez ê balê nekişînim ser kokbirrîna çanda gelek miletan li Tirkiye û Kurdistanê, lê berê xwe bidim fehşîtî û rûşûştîbûna wê dewletê û zilamên wê. Çend gotinên min ên maqûl hebin jî tevî ku repertuwara min a sixêfan feqîr e jî ez ê metelokeke zaroktiya xwe jî diyarî wan bikim, ango li nav serê wan bixim.
Ev agahiyên li jor nû nînin, lê doh dema hesabê twitterê ê bi navê Serhad Eyalet Lordu, straneke Koma Qamişloyê sala 1986´an gotî û straneke nijadperestiya Tirk a sala 1993´yan bi hev re weşand. Stranbêjê Tirk Mustafa Yildizdogan, ev stran bi gotinên nijadperest gotiye. Ev meqamê ku Koma Qamişlo dibêje ji meqamên kevin ên Kurdî ye, lê şîroveya wê ya vî meqamî ku bêyî guhertineke tenê jî bê şerm hatiye dizîn, bi gotinên nijadperest ên wekî "ez ji bo herikîna çemê te dimirim, Tirkiyeya min" hatiye qirêjkirin. Gelo ev hema wisa ji xwe re li hev hatiye ku ev meqamên Kurdî ji bo çêkirina neteweya Tirk û mîtên wê yên neteweyî hatine bikaranîn, yan jî ev heqareteke bi zanîn e ku li miletê Kurd, nirx û berhemên wê tê kirin. Ne tenê li nirx û berhemên wî, li ciwan û qehremanên wî jî heqaret e; vê stranê bi kesên ku van rojan wan digirin û êşkenceyê li wan dikin, weke dewama êşkencê didin guhdarî kirin.
Bi vî awayê xwe, ev helwêsta dewleta Tirk û neteweçêkerên wê, ne tenê qirkirineke safî a çand, ziman û miletê Kurd e, lê bi êşkencê qetilkirina çanda wî ye. Ha ev yek dike ku mirov were ber beecînê. Ji ber ku repertuwara min a sixêfan çawa min berê jî got bi kêra pîvazekê jî nayê, ez ê metelokeke ji zarokatiya xwe li bin guhên wan bixim, heger ji wan tê bila wê jî bidizin:
Ez li ser derî tu li ser derî
Min di şifqa dewleta te ya qebîh de r*
Bû sibeh dewleta te ya pîse-çepel rahişt wê şifqa xwe, derket sikak û kuçeyan, got, yella datlî
Min çend cihên metelokên guhertin, lê ez ji qehr û hêrsan li ser ya xwe me, ev dewleta ceberûd ewqasî pîse-çepel e ku g*yê me Kurdan jî bibîne wê bidize û bi bihayê "datliyan" bifiroşe, miletê xwe yê ku bi derew, viran gêjkirî.