Ajansa Nûçeyan Reutersê bi gotinên, „serokê muxalefeta aliyê Kurd li Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş piştî ku gule lli wesaîta wî kest, bêyî ku birîndar bibe ji êrîşê filitî ragihand aboneyên xwe. Reutersê herweha cih da gotinên berdevkekî HDP´ê derbarê mijarê de û got, ev êrîşeke suîkastî bû ku negihişte armanca xwe.
Reuters cih dide peyama Twitterê ya Demirtaş jî û dibêje, piştî bûyerê Demirtaş gotiye, „Mirin fermana xwedê ye“. Reuters bibîr dixe ku rola HDP´ê di muzakereyên ji bo aştiyê de sereke bû û bi vê jî aliyên nijadperest dijminahiya HDP´ê kirine.
Ji navdartirîn kovarên elmanî-nivîs Sternê de jî nûçe bi berferehî tê dayîn. Nûçe îşaret pê dike ku guleyeke li wesaîta Demirtaş ketiye, HDP´ê ev yek weke hewldana suîkastê daye zanîn, lê belê çawa ku mirov dikare li bendê bimîne, walîtiyê ev nûçe piştrast nekiriye. Nûçe wekî din Demirtaş weke yekî ji reqîbên herî cidî yên Serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan dide nasîn û îşaret bi hin aliyên din ên meselê dike.Yekê ji ajansên navdar ên dinyayê AFP´ê jî cih didê vê nûçeyê, hem daxuyaniya HDP´ê ya derbarê êrîşa êvara yekşemê radigihîne û hem jî dibêeje, walîtî bixwe vê îdîayê piştrast nake. Hewldana walîtiyê ya dibêje, Demirtaş hatiye parastin û di dema parastinê li Amedê de ti êrîş li dijî wî û wesaîta wî nehatine dîtin, di nûçeyê de cihê xwe digire û hema piştre jî weha tê gotin:
„Bûyer qewimî di demekê de ku dewleta Tirk li dijî hindikahiya Kurd ji çar mehan ve êrîşeke berfireh daye destpêkirin. Demirtaş jî weke yekî ji siyasetvanên herî karîzmatîk ên Tirkiyeyê di hilnbijartinan li derveyî herêmên KUrdan jî destek bi dest xist û bû reqîbê mezin ê serokkomar Recep Tayyip Erdogan.“
FRANKFURT