
Civîna li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê di navbera 8 û 10 Kanûnê de qaşo ji bo diyarkirina siberoja gelên Sûriyeyê bi beşdarbûna hêzên Îslama siyasî û neteweperestên Ereb bê lidarxistin.
Civîna Riyadê ya ku ji alî dewletên Erebistana Siûdî û Qadar ve di bin navê ji bo diyarkirina siberoja Sûriyê de tê lidarxistin, lê siyasatmader û rayedarên Sûriyê û Rojava destnîşan dikin ku armanca civînê ew e ku çeteyên li Sûriyê bicivînin û dîsa wekî aktorekî siyasî derxin pêş. Li hemberî civîna Reiyadê, rayedarên Rêveberiya Xweser ya Rojava, kesayetên naskirî nerazîbûn nîşan didin û dibêjin: “Civîna Riyadê cihê gumanê ye û ev civîn nikare nûnertiya gelên Sûriyeyê bike.”
Dewletên Kendavê di bin navê muxalefetê de çeteyên wekî Ahrar ul-Şam, Ceyşul Fetih vedixwînin, lê ji Rojava ti hêzên siyasî ji bo beşdarbûna civînê nehatine vexwendin. Hevserokê PYD´ê Salih Muslîm derbarê civînê de got, ti cidiyeta vê civînê tuneye û wê bê encam bimîne.
Her wiha Hevbendiya Niştîmanî ya Demorkatîk li Sûriyeyê jî ragîhand ku ew ji bo kongreya Riyadê hatiye vexwendin, lê ew ê beşdarî civînê nebin.
Li gorî daxwaza hêzên navnetewî li dar dikeve
Kordînasyona Giştî ya Rojava duh bi daxuyaniyeke diyar kir ku Kongreya Riyadê nûnertiya rastî ya gelê Sûriyeyê nake û ji ber vê dê Rêveberiya Xweser biryar û perspektîfên wê bicih nîne.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê civîna li paytexta Erebistana Siûdiyê ku dê di navber 8 û 10´ê Kanûnê de bê lidarxistin ji ANHAyê re axivî. Muslim da zanîn ku heta niha nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê ji bo beşdarbûna civînê nehatine vexwendin.
Her wiha Muslim, da zanîn ku civîna ku dê li ser bangewaziya Erebistana Siûdiyê li Riyadê bê lidarxisitn ne di çarçoveya berjewendiyên gelê Sûriyê de hatiye kirin û weha peyivî: “Civîn li ser daxwaza hin hêzên herêmî û navneteweyî pêk hatiye. Civîn ne li gorî rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûrî û herêmê ye.”
Aktorên cidî û rast nehatine vexwendin
Muslim diyar kir ku nûnerên rast ên mixalefeta Sûriyê yên çalak ji bo civînê nehatine vexwendin û wiha dewam kir: “Tu cidiyeta civîna wan tuneye.”
Muslim got, PYD û partiyên din ên di bin sîwana TEV-DEM´ê de, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û YPG nehatine vexwendin û tu bangewazî li wan nehatiye kirin.
Armanc ne çareseri ye
Muslim, destnîşan kir ku civîna Riyadê jî dê wekî civînên Cenevre û civînên din ên hatin lidarxistin bê encam bi dawî bibe, dê nekeve xizmeta gelê Sûriyê û got: “Tu riyên çareserkirina aloziya li Sûriyê di civînê de nehatiye destnîşankirin. Ji bo gelê Kurd ku qurbaniyên mezin li dijî çeteyan dane, tiştek nehatiye destnîşankirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Muslim bang li hemû hêzên herêmî û navneteweyî kir ku bi rastî berpirsyariyên xwe pêk bînin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê rêbazeke bi beşdarbûna hemû pêkhateyan peyda bikin da ku dawî li şerê Sûriyê û rijandina xwîna gelê Sûriyê were.
‘Civîna Riyadê cihê gumanê ye’
Endamê Komîteya Hevdîtinên Qahîre Faris El-Xalidî diyar kir ku gumanên wî hene ku hin aliyên ji bo civîna Riyadê hatine vexwendin dixwazin hevkariya li Sûriyê ku berê hatiye kirin, têk bibin.
El-Xalidî destnîşan kir ku mijara vexwendina aliyan hîn di nîqaşê de ye û got: “Hîn mijar tê nîqaşkirin û bi taybet mijara vexwendina kesayet û çalakvanên girîng.”
El-Xalidî destnîşan kir ku hin aliyên hatine vexwendin di nava hewldanan de ne, ku xebatên hevkariyê ku derbarê Sûriyê de hatiye kirin têk bibin û got: “Pêwîst e hemû alî beşdarî civînê bibin û di salonekê de bêne cem hev. Pêwsît e xwîna gelê Sûriyê ya hatiye rijandin bibe sedema wê yekê.”
Civîna Riyadê nûnertiya gelê Sûriyeyê nake
Kordînasyona Giştî ya Rojava jî doh bi daxuyaniyekê diyar kir ku Civîna Riyadê nûnertiya rasteqîn ya gelê Sûriyeyê nake û ji ber vê biryarên li civînê bên girtin, Rêveberiya Xweser elaqedar nakin.
Kordînasyonê diyar kir ku civîn li Riyadê tê organîzekirin bêyî beşdariya hêzên rasteqîne ku nûnertiya gelê Sûriyeyê dikin.
Sîwana hêzên tarî
Kordînasyonê armanca civîneke wiha, wekî sîwaneya hêzên tarî bi nav kir û got, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne girêdayî encamên vê civînê ye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Ji bo me ev civîn wekî ku qet nebe ye. Kes nikare biryar û perspektîfên vê civînê û beşdarên wê jî li ser me ferz bike. Dewletên ku li Viyenayê kom bûn xwestin ku hêzên opozîsyonê yên ji hev ketine, carekê bînin ser hemdê wê da ku şandeyek were avakirin û bi awayekî yekser bi rêjîma Sûriyeyê re danûstandinan bike. Diviyabû ku tu alî destwerdanê di karûbarên Komîteya Amadekar û mijara aliyên dê werin vexwendin, neke. Hin aliyan destwerdan kir û siyasetên xwe li ser vê yekê ferz kirin û hiştin ku aliyên li ser erdê werin paşguhkirin. Di dawiyê de kongre bêyî nûnertiya rasteqîne ya gelê Sûriyeyê tê lidarxistin.”
Kordînasyonê diyar kir ku ji ber van sedeman nûnerên Rêveberiya Xweser bi hêzên xwe yên leşkerî û siyasî nehatine vexwendin û got: “Hêzên di nava Rêveberiya Xweser de pêşengtiya Şoreşa Sûriyeyê kirin, rastî êrîşên rêjîmê û çekên giran hatine, şerê terorê û tevahiya hêzên tarî kirine. Van hêzan erkê parastina nirxên mirovahiyê pêk anîye.”
Hevbendiya Niştîmanî beşdarî Civîna Riyadê nabe
Hevbendiya Niştîmanî ya Demorkatîk li Sûriyeyê ragîhand ku ew ji bo kongreya Riyadê hatiye vexwendin, lê wê beşdar nebe.
Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyeyê Ehmed Arec bi riya telefonê agahî da ANHA’yê û diyar kir ku 4 kes ji Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyeyê ji bo beşdariya kongreya Riyadê hatine vexwendin. Li gorî agahiyên Arec, kesên hatine vexwendin Selam El-Hisên, Umeyma Ernûq, Cozêf Qeblan û Dr. Îbrahîm Dîbo ne. Lê wan beşdarbûna di vê kongreyê de red kirinye.
Arec ragihand ku ew ê di rojên lidarxistina vê kongreyê de beşdarî xebatên avakirina hêzeke siyasî li hundirê Sûriyeyê li kantona Cizîrê bibin û ji ber vê çendê nikarin beşdarî kongreya Riyadê bibin.
Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyeyê sala 2014’an li Kantona Efrînê hatiye damezirandin. Di nava wê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê Kurd, Ereb, Turkmen, Suryan, Asûrî û hwd ku li Laziqiyê, Heleb, herêma Babê, Til Hasil, Til Eran, Ezaz û Efrînê dimînin cihê xwe digrin.