Demeke dirêje ku hikûmeta Tirk dixwaze li ser sînorê Sûriyeyê herêmeke qedexekirî ango tampon ava bike lê şert û mercên navnetewî bi germahî li vê yekê mêze nakin. Li gorî siyasetmedarên Kurd armanca serke ya Tirkiyeyê ji vê yekê ew e ku pêşî li peydakirina statuyeke Kurdan bigire û bi hesanî bikaribe çekdarên alîgirên xwe yên li Sûriyeyê şer dikin û bi taybetî Birayên Misilman bêtir destek bike. Bi vê yekê jî dê bikaribe guhertinên li Sûriyeyê diqewimin û pêvajoya piştî Esed di bin kontrola xwe de bihêlin.
Lê hewcedariya vê yekê bi biryareke NATO’yê heye û heta niha ne NATO ne jî Amerîkayê bi germahî li vê daxwazê mêze nake.
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Leon Banetta ragehand ku, wezareta parastinê yê Amerîkayê (Bentagon), nafikirê ku navçeyên dijî firîna balafiran li Sûriyê bisepîne û got: “Ev pirs ne a giring e.”
piştî çendîn metirsiyên wezareta parastinê ya Amerîkayê derbarê bilindbûna êrişên asmanî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê li dijî hêzên opozisyonê û piştî ku Banetta li ser rola Îranê ya bilind di hevrikiyên li Sûriyê, Banite bi daxuyaniyekê ragehand ku, Îran rahênana milîsên çekdar di xizmeta rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed dike.
Wezîrê berevaniya Amerîkayê Leon Banetta got: “Lê ev metirsî ne gihîştiye wê astê ku em di qedexekirina firîna asmanî di Sûriyê de lez bikin. Her weha pirsgirêka ewil ne eve.”
Leon Banetta aşkare kir ku xwema wan ya herî giring ew ku çawa bikarin çekên kîmyawî û biyolojî yên Sûriyê bixin misogeriyê û digel hevpeymanên xwe kar dikin ku bi awayekî aştiyane piştî ruxana Esed veguhastin çê bibe.
Sererkanê artêşa Amerîka Martin E. Dempsey ragehand ku, her yek ji Tirkiyê û Urdinê plana navçeyên tampun guncaw dibînin û bi vê yekê re jî biryara qedexekirina firînê jî tê.

'Astengiyên pratîkî hene'

Herêma Tampon an jî xewna Tirkiyeyê ya ji destpêka serhilabna gelê Sûriyeyê de ev hewldan bi her awayî berdewam dike. Lê ev daxwaza Tirkiyeyê her ji alî hevalbendên wê de bi germî nehate pêşwazîkirin.  Balyozê Emrîka yê Tirkiyê Francis Ricciardone, diyar kir ku axaftina derbarê herêma tampon de hêsan e, lê pêk anîna wê zehmet e.
Balyozê Emrîka yê Tirkiyê Francis Ricciardone, bi Wezîra Karên Derve ya Emrîkayê Hillary Clinton re, tevlî hevdîtinan bû.
Ricciardone, duhji rojnamevanan re axivî. Ricciardone diyar kir ku li Sûriyê ber bi serdema derbasbûnê ve diçin. Ricciardone, bi bîr xist ku tê xwestin ji bo pêşwazîkirina penaberên Sûriyeyî, herêma tampon bê îlankirin. Ricciardone destnîşan kir ku di vê mijarê de ne tenê hiqûqî, astengiyên cidî yên pratîk jî hene.

Rewşa bajarên Kurdan 
Ji destpêka avakirina artêşa Azad a Sûriyeyê de gelek hewldanên wan ê derbasbûna bajarên Kurdan çêbûne lê bi kar û xebateke pîroz a gelê Kurd heta niha nikaribûn derbasî bajarên Kurdan bibin. Tevgera gelê Kurd ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê bi meş û mitîngên xwe û bi nerazîbûnên xwe yên li dijî rejîmê her li kolanên bajarê xwe bûn û bi rengekî çalak tevli vê şoreşê bûne. Lê tevgera Kurd di di wê baweriyê de bû ku ne bi çek û tundiyê lêb i riya berxwedanên gel û serhildanên mezin ew dê şerê vê rejîmê bikin.
Muxalefeta Çekdar ji destpêkê de û bi taybetî li Efrîn û Kobanê gelek caran hewl da ku bikeve nava bajarê Kurdan û şerê çekdarî li wir jî serdest bike lê ji alî tevgera gelê Kurd û yrkîneyên hêzên parastinê  ve hatin astengkirin.  Piştî peymana li Hewlêrê di nava aliyên sereke yên tevgera Kurd de çêbû, gefên mezin ên li dijî tevgera gelê Kurd zêdetir bûn û dîsa zor dan hewldanên xwe ku bajarên Kurdan jî tar û mar bikin.
Muxalefeta çekdar bi gotina em gel diparêzin derbasî kîjan bajarî bûne ew bajar wêran û kavil kiriye. Niha jî hin hewldan hene ku xwe bighînin Qamişloyê û bi riya hin partiyên qaşo Kurd yekîneyên artêşa azad li wir ava bikin.
avakirina artêşeke wiha li bajarên Kurdan dê rê li ber wêrankirina wî bajarî veke û dibe ku rê li ber şerekî navxweyî jî veke ji ber dê tevgera gelê Kurd jî destûrê nede ku çekdar derbasî bajarên wan bibin. 

ŞAM




Aqubeta 12 Kurdan ne diyar e

Bi berfirehbûna şerên li paytexta Sûriye Şamê êdî bandora xwe li ewlekariya jiyana her kesî  dike. Taxên Kurdan ên ku heta demekê wekî cihê ewle yê ku mirovan xwe lê digit jî êdî ne ewle ye. 12 Kurdên ku ji bo debara xwe bikin, ji neçarî li Şamê dixebitîn, beriya 9 rojan hatin revandin û ti agahî ji wan nayê bidestxistin.
Demên dawî piştî ku şer li nava Şam û Helebê belav bûn, ewlekariya jiyana Kurdên li van herdû bajaran jî bûye ciyê metirsiyeke mezin. Beriya 9 rojan li paytext Şamê 12 Kurd dema ji kar vedigeriyan malên xwe, li devera di navbera taxên Tişrîn û Qabûn de ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve tên rawestandin.. Piştî ku hêzên rêjîmê welatiyên Kurd radiwestînin, wan dibin devereke ne diyar. Ji Kurdên hatin revandin navê welatiyên ji navçeya Efrînê Racoyê wiha ye:Mihemed Şêx Mistefa û zarokê bi navê Mihemed Seydo Xelo.
Ji wê rojê ve, tevî hemû hewldanan jî, ti agahî ji 12 Kurdên hatine revandin nayê bidestxistin. Hate ragihandin ku zarokê binavê Mihemed Seydo Xelo bi riya telefonê bi malbata xwe re axiviye û ji wan re gotiye, ew nizanin li ku têne ragirtin. Malbatên kesên ku hatine revandin ji bo ku çarenûsa wan bizanibin, di serî de Tevgera Civaka Demokratîk, bang li saziyên mafê mirovan kirin da ku alîkariya wan bikin.