Ji aliyekî din ve jî ji bilî hin mijareke sereke ên vê serdana Salihî ji Tirkiye, Lubnan û Sûriyeyê re, amadekariya konferansekê derbarê pirsgirêka Sûriyeyê de li Îran êtê kirin. Îranê dixwaze hin welatan li derdora xwe kom bike û ji bo bidawîanîna li vê rewşa aloz hin çareseriyên din peyda bibin. Li gorî Îranê jî ev aloziya li vî welatî bi riya şer û çekan çareser nabe û hemû alî neçarin ku bi riya diyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin. Nakokiya herîz êde di navbera Tirkiye û Îranê de mijara Sûriyeyê ye. Berî demekê Îranê dabû xuyakirin ku Tirkiye, Qeter û Siûdiya Erbistanê berpirsiyarin ji xwîna ku li Sûriyeyê dirije. Ev daxuyanî jî ji alî hikûmeta tirk ve bi tundî hate red kirin û bandoreke neyênî di têkliya van welatan de çêkir.
Di vê derbarê de gelek nûçeyên li ser hebûna kampekê li bajarê Tirkiye, Edenê ji bo perwerdekirina komên çekdar ên şerê rejîma Esed dikin jî cihek berfireh di çapemeniyê de girt. Li gorî wê nûçeyên ev komên çekdar ji alî pisporên leşkerî ên tirk û welatên Rojavayê li Tirkiyeyê tên perwerdekirin.
‘Bêyî Îranê çareser nabe’
Li gorî ajansa Rueterê, wezîrê derve yê Êranê Elî Ekber Salhî roja Sêşemê di serdana xwe ya bo Tirkiyê de ragihand ku, bê hevkariya Tirkiye û Tehranê alozî û arîşeyên herêmê û bi taybet ya Sûriyê çareser nabe.
Salihî li firokaxaneya Enqere paytexta Tirkiyê di civînek rojnamevaniyê de aşkere kir ku, bê hevgirtin û hevkariya Tirkiye û Tehranê, ez bawer dikim ku çespandina aramî û aştiyê li herêmê û bi taybet li Sûriyê zehmet e.
Hêjayî gotinê ye ku, Salihî dê digel wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu rewşa 48 îraniyên li bajarê Şamê ku ji aliyê Artêşa Azad ve hatibûn revandin dê gengeşe bike.
Ji aliyekî din ve li bajarê Helebê şerên gelekî dijwar diqewimin û di şer de çekên giran û balefirên şer jî tên bikaranîn. Di vê derbarê de li gorî daxuyaniyên dewletê wan hin taxên Helebê ji destê çekdaran derxistine lê li gorî muxalefeta çekdar hîna Helebê di bin kontrola wan deye. Her wiha di heman derbarê de li gorî hin rayedarên Amerîkayê dibe ku ji bo pêşîgirtina êrîşên bi balefiran li hin deverên Sûriyeyê qedexeya firînê ji alî Neteweyên Yekbûyî ve pêk bê.
ŞAM