Di şandeya KCK û KJK’ê de Ferhan Amara, Buşra Elî û Cemal Erdal pêk dihat, li polîtburoya YNDK’ê li bajarê Hewlêrê bi Yekîtiya Netewiya Demokrat a Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Şande ji aliyê sekreterê partiyê Xefûr Mexmûrî, endamê Pîlotboruyê Ebdullah Edo û berpirsê peywendiyên partiyê Faxir Naneklî re rûnişt. 

Di civîna KCK û KJK’ê ya bi YNDK’ê re behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û pêşketinên di herêmê û guhertinên di vê pêvajoyê de ku pêwîstî bi wê heye ku aliyên siyasî yên kurd zêdetir nêzî hev bibin, hate kirin. Herwiha bal hate kişandin ser vê yekê ku guhertinên heyî, pêwîstiya bi yekîtiya netewî hîn zêdetir dike, ji ber kurd êdî bûye faktoreke sereke û derfet ji vê re heye ku bigihêje mafê xwe yê rewa. Di hevdîtinê de êrîş û destdirêjiya çeteyên DAIŞ’ê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê jî hate nirxandin ku erka hemû aliyane li hember van êrîşan bisekine.
Mijareke din jî ku di hevdîtinê de bû rojev ew bû ku Kongreya netewî ji bo kurdan xwedî girîngiye ku divê di rewşek ewçend hesas a Kurdistanê de Kongreya netewî were lidarxistin. YNDK’ê jî ji bo hewildanên wan yên ji bo lidarxistina Kongreya netewî, sipasiya KCK û KJK’ê kir. Di dawiya hevdîtinê de jî hat diyarkirin ku divê ji bo pêşdebirina doza rewa ya gelê Kurdistanê û xizmetkirina zêdetir, divê alî peywendiyên xwe zêdetir pêş bixin. 



 ROJ NEWS/HEWLÊR