DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ


Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku hewldanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî pîroz û girîng in, "Çiqas hewldan ji bo dewletê bên kirin, divê du qatan ji bo yekîtiya neteweyî bên kirin." 

Hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên ji bo yekîtiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî dewam dikin. Heta niha gelek aliyên siyasî, kesayet û rêxistinan piştgirî dane vê hewldana KNK'ê. Nûnerên Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê yên ji ajansa me axivîn, ev hewldana KNK'ê pîroz û girîng dîtin.

Ji Perestgeha Zerdeştiyên Kurdistanê Asrewan Qadrok Mihemed got; "Hemû hewldanên ji bo kongreya neteweyî girîng in. Ji ber ku di dîrokê de her tim ji bo me derketiye holê ku êdî em nikarin parçe parçe bimînin. Li Kurdistanê niha peymana Sykes-Picot nemaye, dema wê ye ku Kurd yekîtiya xwe çêkin û bibin xwedî welatê xwe."

 

'Em piştgiriya KNK'ê dikin'

Asrewan Qadrok Mihemed di dewama axaftina xwe got; "Weke Zerdeştiyan em hevkarî û piştgiriya KNK'ê dikin. Li gorî me destên derve nahêlin Kurd bibin yek."

 Asrewan Qadrok Mihemed diyar kir ku eger yekîtiya neteweyî hebûya wê dewlet nekarîbana li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê jî rabûna û got; "Eger yekîtiya neteweyî hebûya pêwîstî bi referandûmê nedikir. Dikarin dewletê îlan bikin. Ji ber vê yekê divê çend ji bo dewletê hewldan bên kirin, du qat ji bo yekîtiya neteweyî hewldan bên kirin."

 

Divê em pêşiyê li karesatan bigirin

Her wiha Nûnera Zerdeştiyan a li Wezereta Bawerî û Olan a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Awat Hîsamedîn jî têkildarî yekîtiya neteweyî got; "Ev hewldanên hene wê careke din di navbera hizban de hezkirin û yekbûnê çêkin. Wê bibin sedem ku hemû alî di yek baxçeyî de bêcudahî bijîn. Di dîrokê de li hemberî me gelek tawanbarî hatine kirin. Jinên me birine, bira û bavên me kuştine. Li pey wesayîtan em kaş kirine. Ji ber vê yekê nabe em rê vekin ku careke din karesatên wiha dubare bibin."

Awat Hîsamedîn diyar kir ku ji ber ku di navbera Kurdan de yekîtiya neteweyî nîne, welatên cîran dijmintiya Kurdan dikin û got; "Eger yekîtiya neteweyî hebûya, bêguman wê welatên cîran nekaribana bi vî rengî dijmintiya me bikin. Hêvî dikim ku yekîtiya xwe bi hêz bikin."