Her wiha li nava bajêr jî, hinek derdor vê gotegotê belav dikin. Lê li bajêr tevgerek awarte nayê dîtin û ji derveyî bajêr jî tu hêz nehatine.
Li gel bêdengiya li bajêr jî, weşandina van nûçeyan ji aliyê pisporan ve wekî perçeyek plana mudaxeleya rojavayê Kurdistanê hate şîrovekirin. Wekî tê zanîn komên çekdar ên ku xwe wekî Artêşa Azad binav dikin û ji aliyê dewletên wekî Tirkiyeyê ve jî bi aşkera piştgiriya wan tê kirin di 8’ê Mijdarê de bi hinceta rejîm li bajêre ketibûn Serêkaniyê û bibûn sedema wêraniyê. Ev yek jî wekî “Hewldana dagirkirina rojavayê Kurdistanê” hatibû nirxandin. Geşedanên piştre jî ev yek nîşan dabû. Di serî de Serêkaniyê, li bajarên Kobanê, Dirbêsiyê, Amudê û Qamişlo hinek derdoran xwestibû tevlîheviyan derxînin û komên çekdar jî hewl dabû bikevin van bajaran. Li gorî stratejîstên siyasî bi van pêkanînan hatibû xwestin ku herêma Kurdistanê ku gel rêveberî girtibû destê xwe, ji gel bê stendin û Tirkiye herêmek tampon ava bike.
Li Serêkaniyê jî, piştî berxwedanek tund komên çete neçar man paşde gavan bavêjin. Li rojavayê Kurdistanê tekane bajarê ku di destê rejîmê de maye jî Qamişlo ye. Niha tenê li vî bajarî saziyên rejîm Baasê heye. Lewre jî tê gotin ku bi weşandina van nûçeyan tê xwestin gel bê tirsan, bê koçberkirin û hinceta êrîşa komên çekdar bê amadekirin. Pispor jî van hewldanan, wekî, “Plana Tirkiyeyê didome û dixwazin bi vê yekê bêjin hêzên rejîmê li vir hene û zemîna êrîşan amade bikin” dinirxînin.
Li aliye din çeteyên ku êrîşê li Kurdan kirin ji aliyê Tirkiyeyê ve tên û Tirkiye piştevaniyê dide wan û ev yek her tim di rojevê de ye. Hate îdîakirin ku hêzên OSO'yê li 2'emîn Tabura Sînor ya Nisêbînê û Qereqola Cendirmeyan ya Dirbêsî ya Qoserê yên Mêrdînê ji aliyê leşkerê Tirk ve tên perwerdekirin. Welatiyên li heremê dijîn jî diyar kirin ku, komên bi çek di meha dawî de li Nisêbîn û Qoserê dikevin nav yekîneyên leşkeran û derdikevin. Pevçûnên di navbera rejîma Beşşar Esed û Artêşa Azadiya Sûriyeyê berdewam dikin û ji bo rejîma Esed têkbiçe û desketiyên Kurdan têkbibe Tirkiye piştgiriyê dide komên çet yên Artêşa Azadiya Sûriyeyê. Çeteyên girêdayî Artêşa Hurr di demên dawî de li Serêkaniyê êrîşî Kurdan kirin û hêzên YPG'ê jî bersivek tund dan komên çete. Pevçûnên li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê zêde dibin. Ligel vê yekê sewqiyata leşkerî ya li ser sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berdewam dike. Li navçeyên Nisêbîn û Cizîrê li ser sînor gelek tank hatin bicihkirin û berê tankan dan Suriyeyê. Li gorî nûçeya nûçegihanê DÎHA Erdogan Altan, piştî Tirkiyeyê ji NATO'yê fuzeyên Patriot xwestin li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevgera leşkeriyê zêdebû. Tevgera leşkerî ya li navçeyê berdewam dike û ketin derketina navçeyê nokteyên lêgerînê hatin danîn û destûrê nadin rojnameger dîmen û wêneyan bikşînin. Deme dirêje li sînorê Tirkiye û Suriyeyê li qada bi mayîn teqîn pêk nedihatin lê piştî di 23'yê mijdarê de bi hezaran welatî piştî Nimêja Înê ya Sîvîl ber bî sînor ve meşiyan û slogana "Gelê Rojava bi tenê nîne" qêriyan 3 demjimêr şunda teqîn pêk hat. Li navçeya Nisêbînê tîmên taybet bi çek di nava sûkê de digerin û ev yekê dibe sedema diltirsiyê.

'Nêzî mehekê ye tên û diçin'

Piştî pevçûnên di navbera hêzên AAS û rejîma Beşşar Esed de berdewam dikin û çeteyên girêdayî AAS'yê li Serêkaniyê êrîşî Kurdan kirin û tê gotin komên çete ji aliyê Tirkiyeyê ve tên. Hate îdîakirin 300 kesên girêdayî AAS'yê ji aliyê leşkerên Tirk ve li 2'emîn Tabura Sînor a Nisêbînê hatin perwerdekirin. Hate ragihandin ku 50 kesên girêdayî OSO'yê li Qereqola Cendirmeyan a bajaroka Şenyurtê ya girêdayî Qoserê jî hatin perwerdekirin.

ANF/QAMIŞLO-MÊRDÎN