Goftûgoyên di navbera Rûsya û welatên rojava de derbarê plana çareserkirina aloziya Sûriyeyê berdewam dikin.
Her wiha amadekariyên xwepêşandanên vê înê di bin navê (Li me bibore Hema) tê lidarxistin bi munasebeta derbasbûna 30 salan di ser komkujiya Hemayê re ya di dema serokomarê Sûriye Hafiz el Esad de pêk hatibû û di encama êrîşa bi çekên giran a ser vî bajarî bi hezaran kes hatibûn kuştin.
Li gorî daxuyaniya endama herdfemî ya Amerikayê Suzan Rise jî got ku civîna wan a li Konseyê baş derbas bûye l êhê jî Rûsyayê di mijara destjêberdana Esad a desthilatdariyê de qayil nebûye.
Wekî têz anin civîna berfireh a derbarê Sûriyeyê de li Konseya Ewlakariyê pêk hat bê ku biryarek derkeve bidawî bû û ji bo dengdanê hatibû paşdexistin bo roja înê da ku Rûsyayê veto bikar neyne û ew jî bi hin tiştan were qayilkirin.
Di dema ku ev civîn û hewldanên Erebî û welatên Rojavayî berdewam dikin de li aliyekî din jî destwerdana bajaran û mudaxelaya ku bi çekên giran pêk tê li dijî gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê berdewam dike. Artêşa Sûriyeyê li gelek deveran ji ber şerê bi komên çekdar re ango bi leşkerên artêşa veqetyayî re bi çekên giran êrîşî ser hin kolanên bajaran dike û di pevçûnan de ne tenê aliyên şer gelek sivil ji tên kuştin.
Ji aliyeki din ve wezira karê derve ya Amerîkayê Hîlary Clinton daxuyaniyeke tund da û got ku divê wiha bi sivikayi li Yekitiya Ereban neyê mêzekirin û wiha got: Sivikdîtina Yekitiya Ereban û piştguhkirina gelê Sûriyeyê tê wateya ku hûn rejîma Esad bêtir bi ser vê riya tundiyê de dajon û kuştina gelê Sûriyeyê rewa dikin.
Plana Erebî
Li gorî vê reşnivisa biryara Yekitiya Erebî derbarê Sûriyeyê de divê rejima Sûriyeyê derhal êrîşên xwe rawestîne, artêşa xwe ji bajaran vekişîne û hemû desthilatdariya xwe radestî cigirê xwe bike heta ku hilbijartinên demokratik werin lidarxistin. Pêşketina ku ji vê civînê derket ew bûk u nehiştin Rûsyayê derhal veto bikar bine û rê li ber qayilkirina Rûsyayê vekirî hate hiştin.
Ji aliyê meydani ve jî bêtirî 70 kesan li deverên cuda ên Sûriyeyê hatin kuştin û gelek ji wan kuştiyan jî leşkerên artêşê û leşkerên veqetyayi yên artêşa azad jî di nav de hene. Piraniya van kesan li derdora Şamê, bajarê İdlid û Humsê hatine kuştin.
Helwesta Almanyayê
Ji aliyekî din ve wezîra karê derve ya Almanyayê Angela Merkel li Beijingê ragihand, êdî dem hatiye ku civaka navdewletî nakokî û cudahiyên xwe derbarê Sûriyê de derbas bike û bigihe helwêsteke hevgirtî li Neteweyên Yekbûyî (NY).
Merkel wiha axivî: “Pir girîng e civaka navdewletî bi yek dengî li NY derbarê Sûriyê de biaxive.” Ev gotina Merkel di demekê de tê ku Çîn red dike cezayên din li ser rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed bên ferzkirin, tevî ku Esed ji 15ê Adara par û heya niha tevgera nerazîbûnan li welatê xwe serkut dike, herwiha di dema ku gotûbêjên dijwar di NY de tên kirin bi mebesta danîna formeke dawî bo proje-biryarekê li ser Sûriyê.
Çîn û Rûsyayê di 4ê Cotmeha borî de li dijî proje-biryarekê derketin, ku ji aliyê dewletên rojavayî li NY hatibû pêşkêşkirin ku tê de gef li rêjîma Sûriyê dihat kirin ku hinek” tedbîrên bi armancên diyarkirî” bên standin li hember serkutkirina zêdde ku li gor NY heya niha bûye sedemê kuştina zêdeyî 6 hezar kesan.
ŞAM/MOSKOV