Di van rojên dawî de li hemberî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û karê hevbeş yê Kurdên Rojava çend nivîsên balkêş hatin belav kirin. Ev nivîs ji aliyê Serokê partiyekê û 2 nivîskaran hatin nivsîn. Mijar rola PYD li rojavayê Kurdistanê û kar û barê rêxistinkrina gelê Kurd bû.

Di destpêkê de emê behsa daxuyaniya Abdulhakîm Beşar ê Serokê Partiya Demokrat a Kurd (Partî) bikin. Beşar daxuyaniyek derbarê PYD'ê de belav kir, tê de êrîşek dijwar anî ser xebat û karê vê partiyê. Ew bi rejîma Esed ve girêda û siyaseta wê bi tûndî rexne kir. Gelekî dijwar bi ser PYD'ê de çû, tevî ku ew bi hev re di Destya Bilind a Kurd de kar dikin. Serokê (Partî) her wiha PYD bi kuştina çend siyasetmedarên Kurd, yên ku ji aliyê rejîma Esed ve hatibûn tesfiyekirin, tewanbar kir.
Ev êrîş piştî salekê li ser derbasbûna avakirina (yekîtiya siyasî) a ku partiya Beşar û 3 partiyên biçûk ên din bi hev re li Hewlerê avakiribû tê. Wiha xuyaye ku ev 'yekîtiya' wan hêdî hêdî têk diçe. Ji ber ku nikarîbû rê li pêşiya xebata PYD'ê bigirta û baweriya gelê Kurd ber bi xwe ve bîne, loma dest bi şêweyekî din yê 'xebatê' kir.  Ew tengav bûne û li dewsa ku karê yekîtiya Kurdan di çarçoveya Desteya Bilind a Kurd de xurtir bikin, berê xwe didin siyaseta êrîş û reşkirinê.
Piştî berxwedana Serêkaniyê û berzbûna hêza YPG'ê li tevahiya heremên Rojava wek hêzek heremî ku ji bihezarên şervanan pêk tê û li tevahiya Sûriyêye êdî bûye hêza 3'mîn, gelek hesûdî û çavnebarî ji aliyê hinek Kurdan ve hate nîşandan. Wan nikarîbûn hêzek xurt avabikin û gel biparêzn, loma dest bi kampanyaya reşkirin û belavkirina derewan kirin. Hemû daxuyanî bi zimanê Erebî nivsîn û PYD bi rejîma Esad ve girêda. Ev tev jî ji bo  sorkirina komên çekdar yên muxalefeta Şamê li dijî vê hêza Kurdan. Bi gotinek din, ew hewl didin hêzên muxalefetê yên girêdayî Tirkyeyê bînin himberî YPG'ê.
Armanc ji belavkirina van buhtan û derewan ew e ku Artêşa Hur a Sûriyeyê li dijî YPG'ê tehrîk bikin û şerekî di navbera wan de peyda biafirînin.
Ev daxuyanî bi zanebûn tên nivsîn û tenê ji bo reşkirin û provokasyonê ne.
Mixabin hin partiyên Rojava cihê xwe li cem komên çekdar girtine û yek xebat ji bo xwe destnîşankirine, ew jî reşkirina PYD û sorkirina komên çekdar li dijî wê ye. Li dewsa ku gelê Kurd li Serêkaniyê û taxên Kurdan li Helebê biparêzin, wan çarenûsa xwe xistiye destê komên çkedar yên ku şerê mezhebî li Sûriyeyê dimeşinin û dixwazin Kurdan bikin alav û eskerên xelkê.
Van kesan dixwestin alîkariyê ji hikûmeta herema Kurdistanê bistînin da ku li Rojava 'hêza PYD'ê û Apociyan' kêm bikin û 'rêbaza Berzanî' derxin pêş. Ev tenê dihat îdakirin da ku pereyan ji xwe re qezenc bikin û zerarê bighêjin PYD'ê. Lê ev siyaseta tahlûke pêk nehat. Rêveberiya herema başûrê Kurdistanê qet guh neda wan. Ne çek da wan ne jî alîkariyek madî. Heta bi televizyonekê jî ji wan re venekir.
Divê em bêjin ku YNK û Tevgera Guran niha xwedî helwestek cûda ne ji PDK'ê. Ew aşkere destekê didin hêza Kurdên Rojava ya berxwedêr û tekoşîna YPG'ê silav dikin û wê wek hêza Kurdên Rojava ya çekdar dibînin. Bi gotinek din, nîvê hêza siyasî ya herema başûrê Kurdistanê bi Desteya Bilind a Kurd re ye û bi PYD û partiyên din ên welatparêz re hevkar e. Dimîne PDK, ew jî heta niha hewl dide heman mesafeyê ji partiyên Rojava bigre. Eşkere destekê nade partiyan lê di heman demê de naxwaze ku PYD bibe hêza sereke û hevalbendên wê yên mîna PDK-Rojava qels û marjînal bibin.
Rêveberiya PDK'ê û birêz Mesûd Berzanî dixwazin Kurdên Rojava di nava xwe de çarçoveyek yekîtiyê ava bikin û hemû wek hev xwedî biryar û gotin bin. Siyaseta wan niha ev e. Ew ne çek û pereyan nadin partiyên merjînal da ku karibin li himberî PYD û YPG'ê rawestin. Ew xwe dûrî şerekî navxweyî yê di nava Kurdên Rojava de dikin.
Ji ber hindê ev 'yekîtiya siyasî' heta niha qels maye. Di nava gel de giraniya wê nîne. Ew nikare hêzek eskerî avabike. Nikare gel bi rêxistin bike. Nikare di warê ragihandinê û propagandayê de tiştekî bi dest bixe. Lê serî li rêbazên din dide. Ew têkilyê bi komên çekdar yên Artêşa Hur datîne û hewl dide şerekî di navbera wan û YPG'ê de bîne rojevê.
Niha stratîjiya 'yekîtiya siyasî' durstkirina şerekî mezin di navbera komên çekdar yên muxalefeta Şamê û hêzên YPG'ê de ye. Şerekî ji yê ku li Serêkaniyê qewimî, mezintir be.
Ev hewledan tenê di destê wan de maye. Ji ber vê yekê ew PYD bi alîkariya rejîma Esad tewanbar dikin. Bi kuştina çalakvan û siyasetmedarên Kurd ên dijberî Esad, tewanbar dikin. Heman îdîayên ku dewleta Tirk derbarê PYD'ê de dibêje, dubare dikin.  Ji bo îflasa xwe veşêrin, nav û dengê PYD'ê di nava gel de xerab bikin, dest bi hemû cere bêbextî û îftrayan kirine.
Niha PYD û YPG li heremên Rojava xwedî sempatî ne. Heta bi Asûrî-Sûryanî û Ereb ji wan memnûn in. Wan heremên Kurdan dûrî şerê navxweyî hîştin. Rê li ber komên çekdar girtin û nehîştin ew derbasî van hereman bibin. Rê li ber karên dizî û revandina mirovan girtin. Rê li ber firotina esrarê, çandina heşîşê, sextekirina pereyan, tevgera qacaxçiyê û buhafirotina erzaqan girtin. PYD ev kar hemû di bin banê Desteya Bilind a Kurd de meşandin, lê dîsa ne bi dilê wan bû. Wan dixwest xwedî her tiştî bin, bêyî ku yek endamên partiya wan tilya wî di ber gel de xwînî bibe.
YPG'ê heta niha zêdeyî 30 şehîdî di ber gelê Kurd û tevahiya welatiyên Rojava de daye. Ew hîna jî amede ye qurbaniya bide. Loma kesên ku li derve rûniştîne û doza desthilatdariyê dikin, wê nikaribin tiştekî bidest bixin. Divê werin saha têkoşînê û gelê xwe biparêzin, ne bi komên neyaran re hevkar bin. Beriya demekê  Metê Rohem ê Metranê Sûryanyan li Qamişlo di hevpeyvînekê bi Ronahî TV re gotinên balkêş gotin. Wî YPG silav kir û da zanîn ku eger ne ji berxwendana Serêkaniyê bûya, wê Sûriyanî hemû derbider bibûna û dêrên wan  talan û wêran bibûna.
Nûnerên eşîrên Ereban jî bi PYD û YPG re di nava têkilyan de ne. Ew rola van hêzan a parastina ewlekariya heremên Rojava dizanin.
Komên çekdar xwe li hemberî YPG'ê ceribandin û bi ser nektin. Ji bo binkeftina xwe veşêrin peymanek aşîtiyê li gel Kurdan îmze kirin û ji Serêkaniyê derketin. Loma wê Artêşa Hur a Sûriyeyê wê yekê neke û li hemberî hêzek sereke û profesyonal nekeve nava şer. Wê hewl bide bi vê hêzê re di nava têkilyê de be û wê wek hêzek Kurdan qebûl bike.
Eger Artêşa Hur bixwaze Kurdan razî bike û bi wan re nekeve nava şer, wê li gel YPG hevkar be, ne li gel partiyên marjînal ên li derve! Ev partî nikarin tiştekî bidin Şoreşa Gel li Sûriyeyê û nikarin li hemberî Esad tu karî bikin. Lê YPG dikare bike, lê divê buhaya vê yekê nasîna nasnameya Kurdan ji aliyê muxalefeta Şamê be.
Divê ev partiyên marjînal li xwe vegerin. Cihê wan Desteya Bilind a Kurd e. Ew dikarin li wir cihê xwe bigrin û bi PYD'ê re herema Rojava îdare bikin û biparêzin. Lê eger dûrî yekîtiya Kurdan bikevin û bi komên çekdar re hevkar bin û wan vexwendî Rojava ji bo şerê YPG bikin, dê çewtiyek mezin bikin û xwe bînin himberî gelê Kurd. YPG bi fermî bûye hêza parastina Rojava. Wê hêza xwe bi xwîna şerevanên xwe ev rastî anî holê. Tevahiya neteweya Kurd vê yekê qebûl dike.  Loma dijminatiya vê hêza û hewledanên qelskirina wê, yekser dikeve xizmeta dijminê doza netewa Kurd û dibe karekî cerdevanî û ixanetê.