Li bajarê Hewlêrê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek hate li darxistin. Gelek aliyên siyasî beşdarî meşê bûn. Meşa ku bi tevlîbûna sedan kesan li Parka Ronakî destpêkir li navenda bajêr bidawî bû. Piştre bi daxuyaniyek çapemeniyê tecrîd hat şermezar kirin û bang li hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk hate kirin ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn.
Bang Ji Neteweyên Yekbûyî re
Bi sedan welatiyan piştî xwarina fitarê li Parka Ronakî ya taxa Ronakî kombûn û piştî meşvan hemû li cihê meşê kombûn, meşa ji bo Azadiya Ocalan û dawîanîna tecrîdê ber bi navenda bajêr ve destpêkir. Piştî meş gihişt navenda bajar, li ber Çayxaneya Meşko daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah û Cîgira Tevgera Azadiyê Tara Hisên ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê hat kirin da ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan zextê li ser Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk bike. Her wiha bang li Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk hate kirin demek ji ya din zûtir tecrîda li ser Ocalan were rakirin û pêvajoya muzakereyan bê destpêkirin.
Alîgirên PDK’ê provokasyon derxistin
Di meşê de aligirên PDK’ê ji bo derxistina provokasyonan li cihê daxuyaniya çapemeniyê kombûn, li dijî Ocalan û PKK’ê slogan avêtin û xwestin kesên beşdarî meşê bûyî lînç bikin. Ev hewildanên wan yên lincê bûn sedema îzdîhamê. Endamên asayîşa Hewlêrê her çendî ji bo parastina meşê hatibûn erkdarkirin jî lê mudaxaleyî aligirên PDK’ê nekirin.
Sazî û partiyên tev li meşê bû
Aliyên siyasî û civakî yên beşdarî meşê bûn, wiha ne; YNK, Partiya Zehmetkêşên Kurdistan, Partiya Ayendey Kurdistan, Partiya Serbixweyî Kurdistan, Hizbî Rîzgarî Kurdistan, Desteya Serokatiya Partiya Komarî Kurdistan, Rêkxirawî Hizrî Şaristanî, Çalakvanên Civaka Sivîl, Rêkxirawa Geşepêdanî Gencanî Kurdistan, Rêkxirawa Pêşewa, Koordînasyona Zîndanyanî Siyasî Kurd, Rêxistina Karkerên Mezopotamya û Rêkxirawa Nehiştînî Îşkence û Sêdaredan.
ROJNEWS/HEWLÊR