Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Elî Xebat li Hewlêrê hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê yê ji Hewlêrê Elî Xebat ku li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo dema bi erka xwe radibû, di qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, piştî ku pêr ji Rojavayê Kurdistanê li Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin, şevê din li Hewlêrê bi merasîmekê hate veşartin.
Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî yên Hewlêrê û malbata wî beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn. Pêr bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên Şehîd Şahîn Qereçox ku bi eslê xwe Fransî ye û şehîd Elî Xebat ku ji Başûrê Kurdistanê ye, di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Cenazeyê Şehîd Qereçox wê derbasî Fransa bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li ser şahadeta Elî Xebat ev daxuyanî da; “Hevrêyê me Elî Xebat dema li bajarê Dêrîkê bi erka xwe radibû, di 15’ê Mijdarê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.
Hevrê Elî Xebat li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê ji dayik bû. Piştî şoreşa Rojava dest pê dike, ew jî wek ciwanekî Kurd erka xwe dibîne ku tev li nav şoreşê bibe û rola dikeve ser milê wî di parastina gel û welatê xwe de pêk bîne. Li ser vê bingehê derbasî rojavayê Kurdistanê dibe û cihê xwe di nav refên YPG’ê de digire. Bi vê biryar û hestê heya dawiyê têkoşînê dimeşîne. “
HEWLÊR / ROJNEWS