
Çîrokên wan keçên ku piraniya wan di dema komkujiyê de ji aliyê leşkeran ve hatin revandin û bi çand û zimaneke cuda hatin mezin kirin bi belgefîlma derhêner Nezahat Gundogan a bi navê “Du boq por keçên winda yên Dêrsimê” ve bêhtir hate axaftin. Derhêner îcar jî bi navê ‘Hey Way Zaman’ belgefîlmek kişand. Dê galaya belgefîlmê di 30’ê cotmehê de bi tevlibûna malbata Emoş Gulver li Dêrsimê bê lidarxistin. Di sînemayên din de jî ji piştî 17’ê cotmehê dê li 8 bajar û 11 sînemayan de bê pêşandan. Belgefîlma ‘Hey Way Zaman’ di Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn ya Antalyayê de xelata taybet a juriyê wergirt.
Çîroka Emoş Gulver
Derhênera belgefîlmê Nezahat Gundogdu anî ziman ku belgefîlma “Hay Way Zaman” weke berdewama keçên winda yên Dêrsimê ye, naverok jî hefize, îtiraf û hevrûbûnê vedibêje û wiha got: “Fîlm vegera Emoş Gulver (Elîf) rêwîtiya wê ya ber bi Dêrsimê ango vegera li ser kokên xwe vedibêje bi rengî kilîda paşerojê vedibe û bi îtirafên leşkerên kut evli komkujiyê bûne ve jî nîşan dide ku travma çawa li hemû civakê belav bûye.” Gundogdu anî ziman ku di sala 2011’an de Emoş Gulver nas kiriye û dema ku Gulver diçe nexweşxaneyê û xebatkar qeyda wê çêdike û cihê lê dayik bûye dibîne ku “Deşt” e li ser vê yekê sohbet dike. Ji ber ku ew bixwe jî ji Dêrsimê ye navê “Deşt” bi taybetî bala wê dikîşîne. Difikire ku ew jî yek ji keçên winda yên Dêrsimê ye bihistiyar nêzik dibe û têkîliyên agahdarkirinê lêkolîn dike. Çîroka vê fîlmê wisa dest pê dike.
Dest bi lêkolînan kir
Piştre derhêner bi Gulver re hevdîtinan pêk tîne û wiha got: “ Me dît ku bi rastî jî em bi jineke pîr a ji koka xwe hatiye qûtkirin re rû bir û ne. Ji malbata wê kes nemaye lê dibe ku xizmên wê heba me dest bi lêkolînan kir. Piştî lêkolînên 6 mehan me got ku kesekî ku dibe kurapê wê be, me dîtiye. Geleke bi heyecan bûn. Me pêşniyar kir ku biçin Dêrsimê û ew kesê ku dibe kurapê wê ye ve hevdîtinê pêk bînin. Me dixwest vê pêvajoyê hemû bikin belge. Heta me biryara kişandina fîlmê da di pêvajoya naverokê de gelek çûn hatin jiyîn. Dema ku me ev yek bi hemû encaman re nirxand ji bo me tiştekî normal hat. Me pir dixwest fîlmê jî bikişînin. Ji ber ku dema kişandiha fîlmê dê biba dema başbûna wan jî. Wisa jî bû.”
Hevrûbûna civakê
Derhêner anî ziman ku hem di mîhrîcanan de hem jî ti pêşandanên taybet de bertekên pir erênî hene. Yên ku wekî tirkeke lêborînê dixwazin, yên dibêjin ‘me nedizanî bû wisa ye’, ‘dayika min jî ji keçên winda yên Dêrsimê ye’, ‘li mala me jî ji keçên winda yên Dêrsimê hebûne’ derdikevin. Gundogan wiha axivî: “Ev rewş dibin rewşen başbûnê. Em wekî civak baş dibin. Dema ku em êşên xwe vedibêjin, sûcên nifşên berê parve dikin barên li ser milan kêm dibe û em hevrû dibin. Dema di civakê de atmosfereke wisa pêş bikeve yên erka siyasî di destên xwe de digirin jî dê mecbûr bimînin gavan bavêjin. Heke civak bixwaze ji bo vê yekê têbikoşe ew ê jî mecbûr bimînin lêborînê bixwezin û daxwazên ji bo Komkujiya Dêrsimê çi ne dê mecbûr bibînin bikin.”
Derhêner Gundogan diyar kir ku li ser Dêrsimê û ermeniyên dêrsimî xebatên xwe didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tiştên ku di komkujiya 1938’an de gelê ermen ên qedûm jiyane jî bên vegotin, ji bo wan penecereyek bê vekirin. Ev xebataka em bi Kazim Gundogan re dikin weke berpirsyariyeke mirovî dibînin. Heke em berê kamerayê nedin wan em ê Dêrsimê kêm vebêjin.”
DÎCLE MUFTUOGLU / DÎHA/AMED