
HEVİDAR JİN SÜRER / NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî êrişa çeteyên ên bi PDK’ê ve girêdayî, li Xanesor a Şengalê şer rawestiya be jî ji ber provakasyonên êrişkaran guman heye ku şer biqewime. Ji serbazên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YPŞ) Fermandar Tîrêj Şengalî ku bi xwe jî Êzîdiyê û rizgarkirina Xanesorê de de çeperên pêş de cih girtiyê diyar dike ku hîn metirsiya derketina şer heye. Fermandar Tîrêj dibêje: “Ji aliyê Zemar ve bi qasî agahiyên me dest xistine, leşkerên Tirkan jî hatine wederê ku ew jî hêzên taybet in û bi kasî 450 neferî ne.”
Heta kesek ji me bimîne emê li ber xwe bidin
Şengalî li ser gotarên di çapemeniya PKD’ê de ku dibêjin armanca YBŞ’ê ew e ku Êzîdiyan ji Kurdbûyînê dûr bike, dibêje ev gotinên pûç in û ji ber ku xwe baş nîşan bidin berê xwe dane van gotinên derew û wiha pê de diçe: “Li Laleşê li Mala Mîran ji xwe diyar kirine ku li ser navên wan gelek nebaşî tên gotin. Meclîsa Ruhanî tenê gotiye em naxwazin di nav miletê me de şer derbikeve. Ev ji xwe xwesteka me hemûyan ne.” Fermandar Tîrêj bang li gelê Kurd bi taybet jî li Êzîdiyan dike ku nerazîbûnên li dijî PDK’ê berz bikin û dibêje: “Bila gelê me baş bizanibe YBŞ/YJŞ yek nefer bimîne jî wê li ber xwe bide. Serê xwe ti carî nema li ber kesekî ditewînîn. Em nahêlin fermaneke din bi serê miletê me de were.“
Cihê sivîlan desteser kirine
Şengalî derbarê çeperên êrîşkaran de diyar dike ku ew cih di bin kontrola wan de bûn û dibêje: “Hêzên êrîşkaran di navbera Xanesor û Sinûnê de bi cih bûne. Jixwe li van cihên ku desteser kirine hêzên me bêrê jî tinebûn lê ewder di bin venêrîna me de bû. Ji ber ku ew der ne cihên lêşkerî bûn me hêzên xwe rênekiribûn wir. Lê piştî van bûyerên qewimîn me jî li hember cihê ku çeteyên di bin navê ‘pêşmerge’ de xwe legalîze dikin, çeper çêkirin. Jixwe di roja êrîş qewimîn de jî em ne alîgirê şer an pevçûnan bûn. Bi taybet jî divê bê zanîn em ne di pozîsyona şer de jî bûn û amadekariyê me yê şer bikin tine bûn. Wekîdin me nizanî bû ev kesên ku hatine ne Kurd in lê bi cilên Kurd na. Jixwe niha diyar e ev kes çeteyên Tirka ne, li derve hatine perwerdekirin û bi fermana Tirkan li hember Kurdên Êzîdî şer dikin.“
‘Hêzên teybet ên Tirk anîne’
Fermandar Şengalî derbarê rewşa dawî ya komên çete û hebûna hêzên teybet ên Tirk de jî ev agahî parve kirin: “Heta duh (6’ê Adarê) jî hêzê wan yê teqwiye dihatin. Ji aliyê Zemar ve bi kasî agahiyên me dest xistine, leşkerên Tirkan jî hatine wederê ku ew jî hêzên taybet in û bi kasî 450 neferî ne. Ji Berzanî di daxuyaniya xwe de gotibû emê alîkariyê ji Tirkiyê bixwazin. Gotinên ku ji ber PKK’ê hatine ango ji ber hêzên ji Rojava hatine derew in. Ji pêşiyê ve em li vir hene û hêza me dikare xwe li hember her êrîşî ragire. Heta niha bikasî 2 hezar leşker li vir bi cih kirine.“
‘Çekên Elmanya bikar tînin’
Fermandarê YBŞ’ê Şengalî jî piştrast kir ku çekên di destê çeteyan de ên li dij hêzên wan tên bikar anîn ên Elmanyayê ne û bibîr xist ku Elmanya ev çek qaşo ji bo têkoşîna li dij DAIŞ’ê û ji bo parastina Êzîdiyan dabûn rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Fermandar Tîrêj wiha got: “Çekên di destê wan de jî yên Elmana ne. Ez bawer im Elmanya ne ji bo şerê Êzîdiyan bikin ev çek dane van çeteyan. Ev çek ji bo parastina Êzîdiyan bê kirin radestî PDK’ê hatibûn kirin. Di nav de tanq, doçka, top heta fuzeyên kaktûşa jî hene û bi van malên Êzîdiyan hilweşandin.”
Emê çawa zarokên vî gelî veşêrin
Şengalî îdîayên serkêşên çeteyên êrîşkar ên îdîa dikin ku hejmara şehîdên YBŞ’ê yên di şer de zêde ne de jî wiha dibêje: “Na tiştekî wisa tine ye. Diyar e ku me qet tiştekî bi vî awayî dek û dolap li hember rûmeta şehîdên xwe ne kiriye. Ji xwe em di nav miletê xwe de ne. Miletê me tê ji her derî tê sersaxiya me. Wek ku hat ragihandin 7 hevalên me şehîd bûn û 20 hevalan me jî birîndar bûn. Ji van hevalan kesî/a xwediyê birînên giran nine. Em hemû zarokên van malên li vir in malbatên gelek hevalên me li vir bi me re ne ji xwe em parastina wan dikin.“
‘Têk diçûn lewma agirbest xwestin’
Fermandar Şengalî sedema deref û propagandayên komên çete û çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî mîna hewldaneke şerê taybet binav kir û wiha got: “Armanca ew e ku xwe bihêz nîşan bidin. Lê ber çavan ne, wan nedikarî xwe li ber me ragirin. Agirbest jî wan ji me xwest. Gotinên wan ên di tora çapemeniya wan de ku dibêjin YBŞ’ê ji me agirbest xwestiye derew in. Qet daxwazeke me bi vî rengî ji wan çênebû. Berpirsên wan Ferîq Cemal, Bedel Mend li me geriyan û ji me xwestin em bisekinin heta em çûn cem wan jî. Niha gelê me li vir bertekên dijwar nîşanî wan dide. Gelê me û em vê yekê wek fermanek nû pênase dikin. Daxwaza wan ew bû ku di 3’ê Adarê de bi êrîşa xwe fermaneke din bînin serê me Êzîdiyan. Gelê me fêhm kiriye ku ev kes ne Kurd in û ne ji bo şerê Kurdîtiyê tevdigerin.“
‘Bersiva me wê tund be’
Li ser îxtîmala êrîşên nû yên çeteyan jî Fermandarê YBŞ’ê Şengalî ev hişyarî kir: “Ya rast me helwesta xwe ji mêj ve diyar kiriye. Di hevdîtinên me yên bi wan re herî dawî çêkirî de me ji wan re got ku bila herkes cihê xwe, çeperên xwe zanibe. Her wiha me bi zimanekî zelal jî diyar kir ku heger ew li hember çeperên me bimînin wê reş aloztir bibe. Dibe ku pevçûnên mezintir biqewimin. Gengaz e ku li deverên din jî şer biqewime. Lewma me hişyarî da wan heger vê carê jî şer biqewime emê bersiva herî dijwar bidin û tenê li vir sînordar nehêlin. Amadekariyên me di her çepera me de hene ku careke din êrîş bikin me wê ne wek vê care be.“
Armanca wan ne çûna Reqayê ye
Derbarê îdîayên ku van çeteyan dixwestin biçin Rojava û operasyona Reqayê jî Fermandar Şengalî bi bibîrxistina rêbat û tevgerên li gor hiqûqa leşkerî bersivandin: “Mirov nikare armanca wan wisa bipejirîne. Li gor zagonên şer ên navneteweyî dema hêzek leşkerî biçe cihê hêzek din pêwîst e beriya ku here hêzên li wir agahdar bike. Heger Emerîka ji vê agahdar ba wê ev rêbaz hatiba şopandin. Lê qet tiştekî wiha ne bû. Evder cihê me, me bi xwîna hevalên xwe evder ji DAIŞ’ê paqij kir. Heger mabesta wan ji bo tevlîbûna pêngava Reqa’yê ba dikarin ji gelek cihên din jî herin. Ji xwe ew bi serê xwe nikarin tevlî wê pêngavê bibin. Em van gotinan ti carî rast nabînin, armanc û hedefên wan ne ev bûn.“
Kesên teslîmî YBŞ’ê bûn
Têkildarî kesên ku di nava çeteyan de bûn û ji ber ku nexwestin şer bikin xwe spartin hêzên wan de jî ev agahî hatin dayin: “Di dema êrîşê de hin kesên Êzîdî gotine em naxwazin şer bikin, di hişmendiya me de li hember gelê xwe çek rakirin tine ye. Lewma hatin gel me. Kesên Êzîdî hatin berdan û çûn gel malbatên xwe bi qasî ku em agahdar in yên din jî di bin kontrola hevalên me de ne. Lê ez ji rewşa wan ya herî dawî nehaydar im.“
‘Ev çete ne, ne pêşmerge...’
Fermandarê YBŞ’ê li ser pênasekirina komên çete ên êrîşî Xanesorê kirine mîna ‘pêşmerge’ jî mîna pênesekirineke şaş rawe kir û wiha got: “Carake din dubare dikim mirov nikare van kesan wek pêşmerge bi nav bike. Ji ber ku ew çete ne. Pêwîst e em hêzên girêdayî Barzanî û pêşmerga ji hev cuda bikin. Berî ku pêngava Şengalê dest pê bike em bi hev re bûn. Serbazên wan jî dihatin cem me, hêvî û daxwaz ji me dikirin ku em alîkariyê bidin wan. Deme di cihekî de alozî yanî êrîş çêdibû, dibakirin me. Em li kêleka hev bûn. Belkî îxanet hina kiribe lê ew kesên me bi hev re di heman çeperan de şer dikir ew îxanet nekirine. Niha jî li hin cihan hêzên me û pêşmerge li gel hev in û ti alozî derneketine. Lê di dawî de li nava Şengalê jî li hember hevalên me çeper çêkirin û amadekariyên şer dikin. Lewma me jî li hember vê yekê amadekariyên xwe kirine.“
Nebin pêlîstokên dewleta Tirk
Fermandar Şengalî di serî de Êzîdî ji bo tevahiya gelê Kurd jî ev bang kir: “Bangewaziya me li tevayî gelê Êzîdî heye. Ne tenê ji bo gelê me yê Ewrûpa ji gelê Kurd û hemû mirovahiyê re heye ku li hember van êrîşan bisekinin. Guman heye ku şer dijwar bibe. Her çiqas ên li hember me dijminatiyê jî bikin em naxwazin Kurd werin kuştin. Bila Kurd nebin qurbaniyên berjewendiyên partiyeke siyasî. Em bang li gelê Kurd û zarokên Kurd dikin ku kes nebe pêlîstokên dewleta Tirk û hevrêyên wê. Pewîst e her kesek xwe berpirsiyar bibîne ji bo berxwedana gelê xwe geştir bike.
‘Cihê xîretê çeperê me ne’
Cihê xîret û têkoşîne çeperên me ne ku li tevayî Kurdistanê em têdikoşin. Bila gelê me baş bizanibe YBŞ/YJŞ yek nefer bimîne jî wê li ber xwe bide. Serê xwe ti carî nema li ber kesekî ditewînîn. Em nahêlin fermaneke din bi serê miletê me de were.“
‘Mîran, tim qencî xwestine’
Li ser îdîayên ku Mala Mîran ji YBŞ’ê bêzarin jî fermandarê YBŞ’ê got: “Bi rastî em nikarin tiştekî li ser Mala Mîran bêjin ji ber ku me ti xerabî ji aliyê wan ve nedîtiye. Wan her tim her xêr xwestiye. Yanî wan bi xwe li dijî me ti nebaşî ne gotine. Lê li ser navê wan gelek kes gotinên li dijî me dibêjin. Ew bi xwe telefonî me dikin. Her wiha tevlî bernameyên Rodyoya Çira Şengel jî dibin. Li Laleşê li Mala Mîran ji xwe diyar kirine ku li ser navên wan gelek nebaşî tên gotin. Meclîsa Ruhanî tenê gotiye em naxwazin di nav miletê me de şer derbikeve. Ev ji xwe xwesteka me hemûyan ne.“
‘Mesut Barzanî operasyon asteng kir’
Fermandar Şengalî bibîr xist ku sedema neçûna serî ya pêngava rizgarkirina başûrê Şengalê jî gef û astengiyên lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî bûn û ev pêvajoya girîng wiha vegot: “Ji bo em van deran rizgar bikin beriya niha me ji Pêşmergan re got em herin wan gundên xwe rizgar bikin. Carinan digotin em ji bo Reqayê hatina. Carinan tiştine din digotin. Milet jî ji van re got heger hûn hatine Şengalê rizgar bikin berê xwe bidin Başûrê Şengalê. Ji bo em Başûrê warê xwe rizgar bikin armanca me ya domandina pêngava ’Tolhildana Jinên Êzîdî’ hebû. Dema pêngava Mûsilê dest pê kir Hikumeta Iraq’ê derfet neda em xwe amade bikin û pengavê bidomînin. Ji ber ku Berzanî dibêje ger YBŞ derbasî Başûrê Şengalê bibe em jî kevin navenda Mûsilê û em ê ji bo alîkariyê destûrê bidin leşkerên Tirk ku werin. Ji ber van astengî çêbûn û me jî nedikarî pêngavê bidomînin.“
‘Li piraniya Şengalê hêzên YBŞ’ê hene’

Fermandarê YPŞ’ê Şengalî li ser bicîhbûn û pozîsyona hêzên xwe û hebûna pêşmergeyan de jî ev agahî parve kirin: “Hêzên me li piraniya Şengalê hene. Ji Xanesorê bigire heta çiyayê Kolik, dizivire Meyzîmanê de, Heyala her wiha beşek mezin ji çiyayê Şengalê di bin kontrola me de ye. Wekîdin li navenda bajêr jî hêzên me hene. Li Başûrê Şengalê gundê Til Izê, Tilminat, Girzerik, Koço û hin gundên me yên din hîn di bin dagirkeriya DAIŞ de ne.“