Li taxa Sixkê ya navçeya Îpekyoluyê ya Wanê bi pêşengiya KURDÎ-DER û Malên Perwerdehiyê (MAPER) Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat hat vekirin. Xwendekarên dibistanê, malbatên wan, Dayikên Aştiyê, rêveberiyên HDP û DBP tevlî merasîma vekirina dibistanê bûn. Li avahiya dibistanê pankarta „Bê ziman jiyan nabe“ hat daliqandin. Avahiya dibistanê bi tilîlî û lêdana çepikên Dayikên Aştiyê, xebatkarên KURDÎ-DER’ê û zarokan ve hat vekirin.Piştî axaftinan xwendekarên dibistanê, malbatên wan ketin dibistanê û li polên dibistanê geriyan. Mamosteyên dibistanê der barê perwerdehiyê de de agahî dan.Li dibistana ku di nava hefteyê de 5 rojan dersên Kurdî bide xwendekaran. Li dibistanê 22 xwendekar seat ji 09.00 heta 13.00’an perwerdehiya Kurdî bibînin.  


 DÎHA WAN