11'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" dê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin. 

Der barê festîvalê de endama Komîteya Amadekar Ayten Kaplan axivî û bilêv kir ku festîvala wan îsal, di kesayetiya Arîn Mîrxan, Silav Efrîn û şervana enternasyonalîst Îvana Hoffmann de diyarî hemû şoreşgerên jin ên li Şengal, Rojava û bi taybetî jî li Kobanê şehîd ketine kirin û wiha pê de çû: “Berxwedana jinê ya li tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava, nirxê jinê afirand. Festîvala me jî diyarî jinên li ser navê mirovahiyê şer dikin, hatiye kirin." 


 'Dikarin xebatên xwe nîşan bidin'

Kaplan anî ziman ku mîna her salê, ew îsal jî dixwazin ked, yekgirtin û vîna jinan nîşan bidin û wiha domand: “Li festîvalê, jin ji siyasetê heta hunerê dikarin ked û xebatên xwe nîşan bidin. Dikarin beşdarî standan û bernameyên çandî bibin. 

Rêxistinên jinan ên cuda jî wê beşdarî festîvalê bibin û ev rêxistin wê bi standan ve xebatên xwe bidin naskirin. Mîna her salê wê îsal jî di çarçoveya festîvalê de panel werin lidarxistin. Di panela bi mijara 'Jin û xweparastinê' de parlamentera berê ya HDP'ê ya Êlihê û aktîvîsta KJA’yê  Ayla Akat Ata, endama Konseya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Omer, Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganîstan (RAWA) nûnerek, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Songul Omurcan û ji parêzerên doza komkujiya Parîsê Vîrgînîe Dûsen wê weke qiseker amade bin. 

Di bernameya çandê ya festîvalê de jî wê hunermend Pinar Aydinlar, Zelal Gokçe, Meral Tekçe, Koma Dengê Xweza, dengê û koma govendê, hunera xwe pêşkêş bikin."

Kaplan destnîşan kir ku di festîvalê de wê ji bo zarokan qadeke taybet were avakirin û wiha berdewam kir: “Amadekariyên  me yên teknîkî ji bo festîvalê temam bûne.Em li benda hemû jinan e. Bila her kes bi cîran û hevalên xwe re bên festîvalê. 


 DORTMUND