Berxwedana Kobanê
Baluken têkildarî hevdîtinê de wiha got: "Rayedarên KCK'ê, diyar kirin ku li hemberî destkeftiyên gelê kurd êrîşên berfireh berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê û Rojava êrîşên xwe yên herî dijwar xistin dewreyê. Li hemberî van êrîşan gelê Kobanê û YPG bi hêz xwe ya cewherî û derfetên xwe berxwedaneke dîrokî pêk tînin. Kobanê ji bo hemû Kurdistanê gelek girîng e û divê hemû gelê kurd Kobanê di nêz de bişopîne û piştgiriyê bidin Kobanê." Baluken, anî ziman ku rayedarên KCK'ê bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê wiha kirin: "Bi hêz di berxwedana Kobanê de cihê xwe bigirin"
'Herêma tampon xetere ye´
Baluken, bilêv kir ku rayedarên KCK'ê gotin heke hewildana Tirkiyeyê ya wisa dê "pêvajoya çareseriyê tehdît bike û bi xwe re dê rîskên gelek cidî bîne." Baluken anî ziman ku wan têkîldarî pêvajoya çareseriyê hevdîtinên berfireh kirine û rayedarên KCK’î jî ji ber nêzîkatiyên AKP’ê ya li hemberî pêvajoya çaraseriyê acizbûnên xwe anîne ziman. Baluken got ku rayedarên KCK’ê ev nêrîn parve kirine: “Diyar kirin ku AKP têkîldarî pêvajoya çareseriyê dev ji nêzîkatiyê dewletperêz û netewperest bernade, êrîşên li dijî dibistanên tu dê perwerdeya zimanê dayikê bidin vê nîşan dide. Anî ziman ku nêzîkatiyên li hemberî saziyên kurdan û gel nayên qebûlkirin û AKP niyeta xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê bi van êrîşan nîşan dide. Gotin ku AKP li aliyeke dibêje asîmilasyon sûcê mirovahiyê ye lê li aliyê din li hemberê daxwaza perwerdeye zimanê dayikê evqas êrîşên hovane pêk tîne, ev yek nakokî ye û ev nêzîkatiya AKP’ê zirarê dide pêvajoyê.”
´Ocalan yekalî dimeşîne´
Baluken bilev kir ku KCK’ê diyar kiriye pêvajoya çareseriyê birêz Abudallah Ocalan bi fedakariyeke mezin aniye van rojan ji bo pêvajoyê êd îtiştên bê kirin pratîk e. Baluken daxwaz û bendewariyên rayedarên KCK’ê jî wiha anî ziman: “Di hevdîtina me ya Îmraliyê de birêz Ocalan di mijara sekreterya, şandeya şopandinê, berfireh kirina şandeya muzakereyê de xwestibû bên berfireh kirin, rayedarên KCK’ê diyar kirin ku di van mijaran de divê gav bên avêtin dîsa di çarçoveya daxwazên gelê kurd de sererastikina şert û mercên birêz Ocalan xwestin. Di vê mijarê de di rojên pêş de heyeta me hem ji rayedarên hikûmetê hem jî yên dewletê ve ji bo hevdîtinê bikin û hem jî ji bo çûna Îmraliyê em ê serlêdan bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN