Heyet piştî di gelek lêgerîn û nokteyên kontrolê re derbas bû xwe gîhand herêma Gundê Gûzareş. Heyet pişt re çûn gundên Astenga Tîrê, Gundê Pîrî, Avaspî û Para Selkan ku operasyon pêk hatibû. Heyetê di serî de li nava zinar û latê ku 11 cenazeyên endamên HPG’ê lê jiyana xwe ji dest da lêkolîn pêk anî. Heyetê diyar kir ku hemû zinar û lat ji ber gule û bombeyên tanq û topan hilweşiyaye û wêran bûye. Gundiyên bûn şahidê bûyerê agahî dan heyetê û diyar kirin ku piştî bombebaranê 7 kes di bin lat û zimaran de man û cenazeyên wan perçe bûn. Gundiyan, anîn ziman ku piştî operasyonê wan cenaze bi kepçeyan ji bin kevirên perçekirî derxistin.
Heyetê piştî ku lekolîn kir, diyar kir ku li herêmê gelek bombe hatine bikar anîn û rastî gelek perçe û bedenên mirovan ên bi bombeyan hatine perçekirin hatine. Heyetê, da zanîn ku ji ber gule û bombeyan gelek sewal jî mirar bûne û perçeyên mirovan hej li wan ortan mane. Heyetê, destnîşan kir ku darên li herêmê jî şewitîne û pî, zend, çîp, paniyên mirov li derdorê belav bûne. Heyeta ku lêkolîn pêk anîn, li hemberi vê dîmena ku piştî operasyonê pêk hat hêsirên çavên xwe negirtin.
Piştî heyetê lêkolîn pêk anî li ser navê heyetê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, li cihê lêkolînê daxuyanî da û diyar kir ku îdiayên gelek cûreyên çekan û çakên kîmyewî hatine bikar anîn heye. Akbulut, anî ziman ku ew dê van îdîayan lêkolîn bikin û ji bo rastiya vê operasyonê û çekên hatine bikar anîn tespît bikin dê serî li mercên eleqeder bidin. Akbulut, anî ziman ku piştî di 22-24’ê cotmehê de pevçûn pêk hat, agahiya ku 30 endamên HGP’ê jiyana xwe ji dest dan girt û cenazeyên 24 kesan birin Meletiyê. Akbulut, anî ziman ku li ser vê agahiyê malbatan serî li şaxa komeleya wan da û wiha got: „Li ser van serlêdana me bi Waliye Colemêrgê re hevdîtin pêk anî û me got em dê biçin li herêmê lêkolînê bikin. Niha em li herêma operasyonê ne. Em li hemberî dîneke hovane ne. Tê gotin ku gelek cureyên çekan hatine bikar anîn. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku çekêm kîmyewî hatine bikar anî. Me ji bo vê îdîayê ji herêmê giha, dar, kevir, ax û gelek tiştên din kom kir û em wê wan ji bo lêkolînê bişînin laboratuvaran . Di dîmanan de jî tê dîtin ku li vir bombeyên Nepalm û qazanê hatiye bikararin, Cenaze şewitîne. Dar bû ber hatine şewitandin. Em rastî mirovên perçekirî hatin.“
Welatiyên ku bûn şahidê bûyerê jî diyar kirin ku piştî operasyonê her der wêran bû û wan cenazeyên ku niha şandin Meletiyê bi kepçeyan ji bin kevir û latên ku ji ber bombeyan hilweşiyabûn derxistin. Gundiyan, anîn ziman ku şikeft tev bi ser gerîla de hilweşiya bû û piştî operasyonê cenaze bi kepçeyan derxistin. Şeniyên herêmê anîn ziman ku li wir hovitiyek hate jiyandin û gumana ku hêj cenaze di bin kavilê şikeftê de hebe heye. Piştî heyet vegeriya, gelek malbata jî ji bo li cenazeyên zarokên xwe bigerin li Gundê Guzareş man. Heyet dê piştî raporê amade bike di rojên pêş de encama lêkolînê ji raya giştî re aşkere bike.
DÎHA/COLEMÊRG