Heyeta ku ji bo lêkolînê hat astengiya walî şermezar kir û wiha got: “Em spasiyên xwe ji bo walî nakin ew dil kevir e.”
Heyeta Alman ku ji bo lêkolîna gora komî ya li navçeya Şaxê ya aydî 41 PKK’iyan e hatin derbarê astengkirinê li parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek dan. Hevserokê BDP’a Wanê Cuneyt Caniş, Vekilê Serokê BDP’a Colemêrgê Orhan Koparan, Serokê TUYAD-DER’ê İbrahim Ete, Serokê bajaroka Bostaniçiyê Nezahat Erguneş, Însiyatifa Dayikên Aştiyê, Parêzer Bedia Ozgokçe Ertan, MAZLUMDER, Sekreterê ÎHD’a Wanê Sami Gorendağ û heyeta ji Almanyayê hat beşdar bû. Axaftina yekem sekreterê ÎHD’a Wanê Samî Gorendag kir. Gorendag balkişand ser astengiya walî  û wiha pê de çû: “Dixwazin bi astengiyan rê li ber ronîkirina bûyeran bigirin. Dê têkoşîna me heta dawî bidome.”
Micheal Backmund diyar kir ku walî pêşiyê soz dabû ku dê astengî ji wan re dernexe lê piştî ku hatin walî astengiyan derxist û wiha got: “Tenê riyek hebû lê ew jî ji aliyê leşkeran ve hat girtin. Dewleta tirk biryarek siyasî girt û ketina herêma şer asteng kir. Ev yek rastiya beriya 13 salan piştrast dike. Ji ber astengiya leşkeran em çûn gundê Gorentaş û li wir jî gorek komî hebû. Ev gor ji ya din cudatir nîn e.”

Hevalê Andrea Wolf Martin Glasehan jî diyar kir ku durî gorê bîranînek pêk anîne û wiha pê de çû: “Ev bûyer ev gor nişan dide ku gumanên rayedarên tirk ên ku şer bi dawî bibe û sucdar bên darizandin tune ye. Piştî daxuyaniyan heyet albumeke ku Andrea Wolf jî heye diyarî Dayikên Aştiyê kirin. Dê heyeta Alman îro biçe Bedlisê. 

DÎHA/WAN