Heyeta ku ji endamên rêveberiya ÇIRA TV pêk tê, bi boneya pêşxistina xebatên ÇIRA TV û lêkolînkirina heremên Êzîdî lê jiyan dikin, ev demeke hatine Herêma Kurdistanê. Heyeta ji endamên rêveberiya ÇIRA TV Carcûr Cemîl û Gewrê Cengil-Yavşan pêktê destpêkê serdana Lalişa Nûranî kû weke perestgeha navendî ya Êzîdiyan tê zanîn ya devera Şêxan, kirin. Heyetê li Laleşa Nûranî bi Bavê Çawiş û Bavê Şêx re di derbarê ola Êzîdî û televizyona gelê Êzîdî ÇIRA TV hevdîtin pêkanîn. Piştî kû heyetê li vê derê hevdîtin bidawî bû, wêneyên bîranînê li Lalişa Nûranî bi pir û oldarên Êzîdî re hatin kêşandin û heyet ji wê derê çû serdana devera Şengalê.

Piştî kû heyeta ÇIRA TV derbazî Şengalê bû, bi armanca nîqaşkirina pirgirêkên Êzîdiyan û televizyona wana ÇIRA TV ji ciwan, gel û rûspiyên ÊzîdÎ re civîn hatin çêkirin. Di civînê de rewşa tv û Êzîdiyan û rewşa ÇIRA TV hate axaftin. Endamên heyetê dan zanîn kû, gelê Êzîdî pir keyfxweşe kû ji wan re televizyonek hatiye vekirin û jibo wê jî ji aliyê gel ve nêzîkatiyek germ li heyetê hate kirin û heyet bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Heyeta ÇIRA TV da diyar kirin kû eger bi tu pirsgirêkên teknîkî re rûbirû nemînin, ewê di 20’ê Nîsanê de, cejna Êzîdiyan Çarşema Sor bi awayek zîndî di ÇIRA TV de biweşînin. Tê hêvîkirin kû heyet wê çend roj din jî li Herêmê Kurdistanê xebatên xwe bidomîne. 

DÎHA/HEWLÊR