Heyeta Wezîrên Karên Derve, Salih Gedo, cîgirên  Wezîrên Karên Derve Emîne Osê, Şamîran Şamûn, misteşarê Wezîrên Derve Fadil Musa, nûnerê TEVDEM’ê li herêma Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso û endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hoşeng Derwêş serdana baregeha Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê kirin.  Her wiha Asos Eli Ehmed endamê encumenî rêveberiyê kêfxweşiya xwe a ji bo heyeta wezîrê Karên Derve a Kantona Cizîrê anî ziman û got: “Em di serî de bi hatina we gelek kêfxweşin, her wiha em ragihandina hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê gelekî bi nirx dibînin û heta pêwîste ku ezmûna niha li Rojavayê Kurdistanê tê rûniştandin dibe ku bibe ezmûnek a sûdê, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê”. Di heman demê de Asos Elî endamê encumenî karîgerî ew weke Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê çi bikeve ser milê wan amedene bibin destek û alîkarbin”. Di dawiyê de jî Salih Gedo Wezîrê Derve ê Kantona Cizîrê li ser navê heyetê axivî  û got: “ Hziba Zehmetkêşan hizbeke qedîm û xwedî ezmûnek niştîmaniye ji lewma girînge ku desteka we a siyasî ji bo gelê me ê Rojavayê Kurdisanê hebe û herî dawî dilxweşiya xwe ji bo wan hanî ziman.” Her wiha piştî serdana Partiya Zehmetkêşan heyeta Wezîrê Derve ê Kantona Cizîrê serdana dêra Mar Yusifî Keldanî kirin û bi Elqisî Emîn Raîre rûniştin. Emîn Raî ku Elgisî Kilîseya Mar Yusfî Keldaniye, hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê pîrozkirin û kêfxweşiya xwe a ji bo heyeta Wezîrê Derve anî ziman û got: “ Em ragihandina kantona pîrozdibînin, her wiha em bi vê yeke kêfxweşin ku ji gelên cuda ciyê xwe di rêveberiya kantonan de digrin. Di dawiyê de jî Emîn Raîh anî ziman ku gelê Asurî li pişt pergalek demokratîkin û çi ji destê me were emê bibin alîkar.”

DÎHA/SILÊMANÎ