Desteya Bilind a Kurd (DBK) a demeke beriya niha partiyên Kurd ên li Sûriyeyê li Hewlêrê hatin gel hev û ava kirin çû Herêma Kurdistana Federal. Heyet ji siyasetmedarên Kurd ên wekî Serokê PYD'ê Salih Muslim, Aldar Xelîl, Suad Mele, Sine Muhammed, Îsmail Hame, Nasreddîn Îbrahîm, Ahmet Suleyman, Îlham Ahmed, Muhyeddîn Şêx Elî û Abdulselam Ahmet pêk tê. Çav li rê ye ku heyet bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî û gelek derdorên Kurd ên siyasetê re hevdîtinan çêke. Berdevkê DBK'ê yê Çapemeniyê Ahmet Suleyman der barê hevdîtinên heyetê de agahî dan. Suleyman da zanîn ku bernameya wan hê zelal nebûye û got ku li Rojavayê Kurdistanê hîn pirsgirêkan dijîn, ji bo van zehmetiyan nîqaş bikin, hatine Herêma Federal a Kurdistanê. Suleyman, ev tişt gotin: "Em di aliyê pratîkî de hin zehmetiyan dikşînin. Ev rewşên girêdayî me ango DBK'ê ne. Ji bo çareserkirina wan û pratîkbûna vê peymanê jî helbet dem pêwîst e."


Bi heyeta KNK'ê re hatin cem hev
Heyeta DBK'ê bi heyeta Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) re jî hevdîtin çêkir. Alîkarê Serokê KNK'ê Bengî Haco bi heyetê re axivî. Endamê KNK'ê Suleyman Gunyelî di hevdîtinê de diyar kir ku DBK li Hewlêrê ava bûye lê vîna gelê Kurd a li Sûriyeyê ye. Gunyelî, da zanîn ku heyeta wan dixwaze civîneke li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Parîsê çêke. Gunyelî, der barê civîna tê plankirin li Parîsê bê kirin de ev agahî dan: "Em difikirin ku Kurdên ji her çar parçeyan ji bo vê civînê vexwînin. Ne wekî konferans, wekî civîneke şêwirîn û piştevaniyê çêkin. Ev civîn dê him ji aliyê moralê, him vînî him jî maddî de bibe alîkarê gelê Kurd. Ji ber ku em nekarî herin Rojavayê Kurdistanê em gelek xemgîn bûn."

Lêgerîna piştgiriya dîplomatîk
Berdevkê Çapemeniyê yê DBK'ê Ahmet Suleyman jî got ku heyeta KNK'ê hatiye mêvandariya wan, lê ji ber hîn sedeman hikûmeta herêmî nehiştiye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Suleyman wiha got: "Me jî di vê civînê de behsa rewşa xwe ya li Sûriyeyê kir. Me got em hewl didin ku ev peyman û aramiya di navbera me de berdewam bike. Me behsa hewldana me ya jiyana bi hev re ya bi ereb, asûrî, suryanî, tirkmen û hemû kesên li herêmê re, kir. Me ji heyeta KNK'ê jî xwest ku li cihên wekî Ewropa û Amerîkayê di qada dîplomasiyê de alîkarî bidin me. Wan jî got ku wê di vê mijarê de her tim piştgiriyê bidin me." 

 DÎHA/HEWLÊR