Li Agiriyê du kesên ji Fransayê yên hilbijartin dişopandin û wergêrê wan hatin binçavkirin. Li Erziromê jî 3 rêveberên ÎHD’ê hatin binçavkirin.
Ji Fransayê heyetek ji du kesan pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê çû Agiriyê. Heyeta ji du kesan û wergêrê wan li Agiriyê li nuqteya polîsan hatin binçavkirin. Nehat zanîn ka endamên heyetê ji ber kîjan sedemê hatiye binçavkirin.
Li navenda Erziromê û navçeya wê Tekmanê endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Yavuz Karabudak, Sertaç Ozturk û Erdal Ozakçil ên ku çavdêriya hilbijartinê dikirin, hatin binçavkirin. Karabudak û Ozakçil li navenda Erziromê û Ozturk jî li Tekmanê hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina her sê çavdêran jî nehat zanîn û nehat zanîn ka ew li ku tên ragirtin.
MA/AGIRÎ - ERZIROM