Heyeta ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek û Hevberdevkê HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu, ji bo hin danûstandinan çûn Başûrê Kurdistanê. Heyetê di destpêkê de li bajarê Silêmaniyeyê bi YNK’ê re hevdîtinek pêk anî.

Heyet ji aliyê endamên Polîtburoya YNK’ê Hêro Xan, Omer Fettah, Alîkarê Sekreterê Giştî Mele Bextiyar û komeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin. 

Hate destnîşankirin ku di hevdîtînê de li ser mijarên, çareseriya pirskirêka Kurd û êrîşên ku li dijî Kurdan tên kirin, hatiye rawestandin. 


‘Erdogan dixwaze bi rêya şer bi ser keve’

Piştî hevdîtinê li ser navê Heyetê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Mele Bextiyar daxuyanî dan çapemeniyê. Mele Bextiyar diyar kir ku divê li Tirkiyeyê dawî li dijwariyê bê anîn û muzakere bêne destpêkirin.  Yuksekdag jî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê û got, “Erdogan tiştê bi rêka hilbijartinê bidest nexist, dixwaze di bin siya şer û çekan de bidest bixe.” 


Heyet wê derbasî Hewlêrê bibe

Li gorî plansaziyê, heyet wê bi Tevgera Goran re jî rûne. Tê payîn ku heyet îro jî li bajarê Hewlêrê bi Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê re hevdîtinê bike. Her wiha heyet wê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî ziyaret bike.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek derbarê armanca hevdîtinên xwe de diyar kir ku ew dixwazin li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan, agahiyan bidin rêxistinên Başûrî. Yuksek destnîşan kir ku girîng e mîna Kobanê û Şengalê Kurd di vê demê de jî helwesteke hevpar li dijî êrîşan nîşan bidin. 


 ROJNEWS/SILÊMANIYE