Li Strasbûrgê cara 37´an Civata Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî pêk hat. Heyeta HDPê beşdarî vê kongreyê bû. Li vir heyeta HDP´ê û heyeta Elman li Konseya Ewrûpayê bi hev re rûniştin. Di hevdîtinê de herdu heyet li ser polîtîkayên “qeyûm” ên rejîma Erdogan û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî sekinîn.

Di heyeta HDPê de hevşaredarê Slopî Adalet Fîdan, hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen, nûnerê HDPê yê Konseya Ewrûpayê Faîk Yagizay û ji şêwirmendên HDPê yê berpirsê rêveberiyên xwecihî Ozgur Amed cih girtin. Beriya civînê jî heyetê hinek hevdîtin pêk anîn û paşê di çarçoveya plansaziyê de navarojê heyet bi heyeta Elman re rûnişt. Di civînî de heyeta HDPê der barê rewşa li Tirkiyê û Kurdistanê de heyeta Elman agahdar kirin û wan jî got ew mijarê dişopînin.

 

STRASBURG