Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK’e Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP’ê çûn navçeya Amedê Licê ku gundê wê hefteyekê hatibûn qedexekirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê KCD´ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK´ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP´ê çûn Licê. Heyet piştî ku biçe serdana dikandarên Licê û der barê qedexeyên gundan de agahiyan wergire, wê têkildarî operasyonên eskerî yên artêşa Tirk a dagirker li herêmê, civîna çapemeniyê pêk bîne. Dema nûçeya me dihat amadekirin, hevdîtin û serdanên heyetê dewam dikirin.
AMED