Şandeya ku ji Karni Ros, Darin White, Kavier Manzo û Soran Qurbani pêk dihat û bi amadebûna birêz Emîne Ose, pêşî bi endamên komîteya pêwendiyên diplomasî ya Rêveberiya Xweser hevdîtînek pêk anî û piştre çû serdana navenda Yekîneyên Parastina Gel.
Her wiha şande ji aliyê berdevkê fermî yê YPG’ê Redûr Xelîl, fermandar Hesen Qamişlo û Şervan Sason ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan bi awayekî berfireh rewşa meydanî û leşkerî ya Kantona Cizîrê nirxand û li ser qirîza gişti li tevahiya Sûriyê gûftûgo kirin.
Di dawiya hevdîtinê de şande çû serdana çeperên şer ên pêş li başurê Til Birakê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN