Heyeta KCD û BDP'ê ji bo biçin Hewlerê li navçeya Sîlopî ya Şirnexe pêr di deriyê Sînorê Xabûrê re derdbasî Herema Federal a Kurdistanê bûn û dê beşdarî konferansa li Hewlerê bi minasebeta salvegera Damezirandina Komara Mahabadê ku doh destpê kir bûn. 
Di heyetê de ji bilî hevserokên BDP'ê û KCD'ê parlementer Aysel Tugluk, Leyla Zana, Nazmî Gur û Sirri Sakik û Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Cebbar Leygara cîh digirin. Serdana başûrê Kurdistanê li ser dawetiya Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî pêk hat.

DÎHA/HEWLÊR