Serdanên şandeya KNK li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didome. Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ku ji Cîgirê Seroka KNK'ê Nulîfer Koç, Berpirsyarên Peywendiyan Celal Kemalîzade, Mîrhem Yîgît û Berpirsyarê Başûrê Kurdistan Xebat Mihemed pêk dihat, çûn serdana Navenda Yekgirtû Îslamî ya Kurdistan (YÎK).
Di serdanê de li ser navê şandê Celal Kemalîzade axaftinek kir û Serokê YÎK'ê Mihemed Ferec ku di 6'emîn Kongra YÎK’ê ku nû pêk hat de hate hilbijartin, pîroz kir. Mihemed Ferec li hemberî pîrozkirinê spasiyên xwe anî ziman û da zanîn ku wan di 6'emîn kongreya xwe de avakirina Kurdistanekî serbixwe wekî stratejiyek qebûl kirine.
HEWLÊR