
Ji bo amadekariyên Konferansa Neteweyî heyeta KNK’ê çû serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem. Endamê Konseya Bilind a KNK’ê Cemal Kemalîzade, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Mîrhem Yîgît jî di heyetê de cihê xwe girtin. Heyeta KNK’ê di serî de Şaredariya Wargehê ziyaret kir û bi Serokê Meclisa Gel a Demokratîk û rêveberên Meclisa Îştar re hevdîtin pêk anîn. Heyetê der barê pêvajoyê de û der barê Konferansa Neteweyî de agahî dan.
Heyet pişt re çû Saziya Malbatên Şehîdan. Li vir ji bo kesên di têkoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Endamê Konseya Bilind a KNK’ê Cemal Kemalîzade der barê konferansê de gel agahdar kir û wiha axivî: “Di pêvajoya ku em têde ne amadekariyên me ji bo Konferansa Neteweyî di asta herî jor de ye. Ev konferans wê ji bo tevahiya Kurdan pêk bê. Her kesê ku Kurd e wê berdevkên wan di nav vê konferans da cih bigirin.”
Kemalîzade bal kişan ser projeyê û wiha berdewam kir: “Ev proje, projeya Rêber Apo ye. Divê ev yek baş bê zanîn. Ev konferans ji bo hemû parçeyan girîng e û divê di vê konferansê de rewşa gelê Kurd bi giştî were nirxandin. Konferansa gelekî ye, ne ya partiyekê ye. Yekitî di vir de girîng e. Em weke rêveberên vê konferansê, ji helwest û rêgezên xwe gavan paşde navêjin û em ê li ser van bingehan bimeşin.”
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Mîrhem Yîgît jî axifî û wiha got: “Konferansa Neteweyî ji bo me girîng e. Pêwîst e hemû kes jî ji bo vê yekê gavan paşde neavêjin.”
Heyetê herî dawî goristana Endamê Meclisa Gel a Demokratîk Hecî Ehmed Silopî yê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da ziyaret kir û dia xwend.
MEXMÛR