Di nava heyetê de ji Baroya Enqereyê Kazim Bayraktar, ji Baroya Stenbolê Îlknûr Alcan, Ji Parêzerên Piştevanan Parêzer Sabrî Kuşkonmaz, ji Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê Muhammet Taner Avşar, ji parêzerên SDP'yî Sînan Varlik, ji Buroya Hiqûqê ya Bindestan Ozlem Gumuştaş, ji Buroya Hiqûqê ya Açilim Kemal Toraman û ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç cih digirin. Piştî ku heyet ji Rojava hat dê di 18'ê çileyê de du rojan li Pirsûsê dê nobetê bigrin.
Parêzera buroya hiqûqnasê bindest Ozlem Gumuştaş diyar kir ku wê li Rojava bi gelek sazî û nûneran re hevdînê pêk bînin. Piştî Gumuştaş, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez axivî û wiha got: "Li ber çavê me şoreşek ava dibe lê ev şoreş eleqeya ku heq dike nabîne. Em wek parêzer ji bo mirovahî û hiqûqê em dikarin li Rojava çi bikin lekolîn bikin." Bîlmez bi gotina "Li derdora Rojava mafê tunekirinê pêk tê. Em ê van mafê tunekirinê bi axivin û ji bo wan li dadgeha netewe de bidin niqaşkirin pêşengiyê bike." Bîlmez bilêv kir ku modela li Kurdistanê tevgera Kurd xwest ava bike li rojava ava dibe û wiha direjî da axaftina xwe: "Bêhiqûqiya li Tirkiyeyê li ber çavan e û her dem li Tirkiyê bê hiqûqî heye. Tirkiye tu caran nebûye dewleta hiqûqê. Bîlmez di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelan kir werin li Pirsûsê tevlî berxwedana nobetê bibin.
Parêzerê partiya azadi û piştgiriyê Sabrî Kuşkonmaz da zanîn ku li Rojava bi vînekî azadî, demokrasî û aştî tê avakirin. Bi çûna me ne em ê piştgiriye bidin şoraşa Rojava, şoreşa Rojava dê piştgiriya mirovahiye bide me." Kuşkonmaz wiha axivî: "Rojava ji bo cîhanê mînakeke girîng e û ji ber ve yekê jî divê em li hemberî vê şoreşê lal, ker û bêdeng neminin." Parêzerê Buroya Demokrasiyê Muhamed Taner Avşar jî diyar kir ku ji bo ew ê biçe Rojava ew gelek bi kelecan e û destnîşan kir ku pêşketinên li Rojava tarîtiya sed salî parçe kiriye.


 STENBOL