Şandeya PYD û Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê ku ji bo hin hevdîtinan hatiye Başûrê Kurdistanê piştî duh bi nunerên Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) re hevdîtin pêk anî, bi Nunerê Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê ê li Başûrê Kurdistanê Ebdulhemîd Derwêş re hevdîtinek pêk anî. Şande îro jî çû serdana Helepçeyê. Di hevdîtina duh demjimêr di 10.30 de li hotela Ebusena li gel nunerê Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê ê li Başûrê Kurdistanê Ebdulhemîd Derwêş pêk hat de hat diyarkirin ku divê peywendiyên di navbera hêzên Rojavayê Kurdistanê de xurt bibin û ji bo vê yekê pêngavên pratîk bên avêtin. Hate gotin ku divê Kurd li Rojava ji bo statuya xwe bi hev re têbikoşin. Serokê Hizba Pêşverû ya Sûriye Hemîd Derwê jî diyar kir ku ew amade ne ku di vî warî de gavên pratîk biavêjin. Heyeta Rojavayê Kurdistanê di heman demên de çû serdana Helebçeyê. Hevdîtinên heyetê Rojava li Başûrê Kurdistanê didomin. 

SILÊMANÎ