Di nava heyeta Rojavayê Kurdistanê de Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, Berdevkê Komîsyona Siyasî ya Kantona Cizîrê Dr. A. Kerîm Omer, nûnerê KNK'ê yê Norwêcê Refîq Gefûr, endamê Yekitiya Suryaniyên li Ewrûpayê Îsa Hannah û nûnerê PYD'ê yê Norwêcê Serbest Welad amade bûn. Doh piştî hevdîtina bi malpera nûçeyan ABC re, heyetê bi Rune Arctander a ji saziya alîkariyê ya bi navê FN-Sambandet re hevdîtin pêk anî, ev sazî bi Neteweyên Yekbûyî re xwedî projeya hevpar e. Heyetê piştre bi nûnerên Xaça Sor a Norwêcê Folkethjelp re hevdîtin kir.

Di hevdîtinan de heyeta Rojavayî xwest ku ji bo deriyên sînor ên Bakur û Başûrê Kurdistanê li wan bên vekirin, zext li Tirkiyeyê bê kirin. Heyetê diyar kir ku di warê çandinî, elektrîk, av, perwerde û nexweşxaneyê de projeyên wan hene û ji bo bicihanîna van projeyan pêwistiya wan bi alîkariyê heye.
Heyeta Rojava da xuyakirin ku rewşa dawî ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê rû da nîşan dide ku divê li hemberî çeteyan xebateke hevpar û navneteweyî bê meşandin û daxwaza xebata hevpar kir. Heyetê xwest saziyên alîkariyê yên navneteweyî li Rojava ofîsan vekin û ji bo hilbijartinên piştî du mehan jî çavdêr vexwendin. Heyetê doh herweha xwe amade dikir bi nûnerên wezareta karên derve ya Norwêcê re hevdîtinê bike. 

OSLO