Şahîn, anî ziman ku ew 8 delege ji TZP-Kurdî ya Tirkiyeyê tevlî konferansê dibin û wîha got: “Di vê konferansê de em dixwazin pirsgirêkê zimanê Kurdî çine bên nîqaşkirin. Wekî tê zanîn 4 perçene û di bin bindestiya gelê cuda de dijîn alfbeyê cuda bi kar tînin. Pirsgirêkê alfabeyê em ê çawa bi kar bînin? Em dê çawa çareser bikin niqaş bikin. 5 zaravayê sereke di zimanê Kurdî de hene. Em vê yekê wekî dewlemendiyekî dibînin û em de karibin çawa pêş bixin û bi parêzên.” Şahîn, lî ser wate û girîngiya konferansê jî rawestiya û wîha berdewam kir: “Di konferansê de polîtakayên me yê ziman dê çibin? Em dixwazin di vê konferansê de bingeha kongreya Ziman a Neteweyî bavêjin.”
Şahîn, destnîşan kir ku ew dê di vê konferansê de pirsgirêkan tespît bikin û li çareseriyê bigerin. Şahîn, da zanîn ku ji bo di pêşerojê de bingehê ziman û yekîtiya zimanê Kurdî xurt bikin dê niqaşan bimeşînin û wiha berdewam kir: “Nêzîkatiya me û helwesta me ya li hemberî pêşeroja ziman dê di vê konferansê de derkeve holê. Ji ber ku rola ziman li ser yekîtiya neteweyekî gelek girîng e.”
Şahîn, bal kişand ser rewşa parçebûna ziman, cudabûna çand û pişaftina ku li ser zimanê Kurdî helandinê çêdike û wiha pêde çû: “Pirsgirêkê zimanê Kurdan zêde ne. Sedema vê yekê jî perçebûna Kurdan û alfebeyên cuda ne. Di bin çand û zimanên cuda de dijî û ev yek bandorek neyînî li ser wan dike. Kurd, hem di bin çand û zimanên cuda de dijîn û hem jî alfabeyê cuda bi kar tînin. Ji ber vê yekê bandora xwe li ser yekîtiya Kurdî jî dike. Desthilatdariya zimanên farsî, erebî û tirkî bandorek mezin li ser kudî kiriye.”
Şahîn, xwest ku Kurd ji îro şûnde li ser netewbûna xwe yekîtiyekiya xwe ava bikin û ji bo netewbûna zimanê Kurdî gevên xurt biavêjin.
Ji Tirkiyeyê 8 delege
Şahîn, diyar kir ku ji TZP-Kurdî ya Tirkiyeyê 8 kes tevlî konferansê dibin û ji van 3 kes dê babet û bernameya xwe pêşkêş bikin. Şahîn, bilêv kir ku ew jî dê li ser pirsgirêkê Kurdî ya Tirkiyeyê û rewşa Kurdî ya Tirkiyeyê babet pêşkêş bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevalekî me li ser Kurdan babetê xwe amade kiriye . Yê din jî di warê zanistiyê de babetê pêşkêş dike.” n AMED