Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de pirsgirêkên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem û der barê Konferansa Neteweyî de jî nirxandin hatine kirin. Piştî hevdîtinê Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan da xuyakirin ku armanca hevdîtinê pêwendiyên di navbera xwe de pêşxistin, ligel wan pirsgirêkên neteweyî û yên wargehê jî nirxandin bû. Kaçan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me der barê lidarxistina Konferansa Yekîtiya Neteweyî de nêrînên xwe anîn ziman. Me xwest di sala 2013’an de YNK, destek bide têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê. Her wiha me xwest di çûyîna ji bo Silemanê de pirsgirêkên tên jiyan werin çareserkirin.” Kaçan da zanîn ku hevdîtin bi erênî derbas bûye, hin soz wergirtine û ji niha û şûnde jî wê hevdîtin berdewam bikin. Dîsa di hevdîtinê de hat ziman ku pirsgirêkên jinan ên li Başûrê Kurdistan ji pirsgirêkên jinên li parçeyên din ên Kurdistanê ne cuda ne. Û hate gotin ku ev pirsgirêk bi xebateke hevpar dikarin werin çareserkirin. Her wiha Meclîsa Îştar, Yekîtiya Jinên Kurdistan dawetî pîrozkirina 8’ê Adarê kir.
SILÊMANÎ