Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê, 350 kîlo derman û alavên tenduristiyê şandin Rojava.
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe ji bo gelê Rojava dewam dike. Di çarçoveya projeya alîkariya Rojava de, Heyva Sor a Kurdistanê ji Îtalyayê 350 kîlo derman û alavên tenduristiyê ji bo gelê Rojava şandin. Ev derman û alavên tenduristiyê, bi hevkarîya saziya Îtalî, Staffetta Sanitaria, hatibûn peydekirin.
Derman û alavên tenduristiyê yên 7’ê Tebaxê gihiştin rêveberiya Heyva Sor a Kurd a li Rojava. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku alîkariya wan ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê wê dewam bike.
ROMA