Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê yên ji bo Rojhilatê Kurdistanê didomin. Heyva Sora Kurdistanê diyar kir ku ji dema rabûna lehiyê ve wan 350 hezar euro alîkariya madî ji Rojhilatê Kurdistanê re şandiye.
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku di 19’ê Adara 2019’an de li Rojhilatê Kurdistanê lehiyeke mezin rabûbû û bi hefteyan baran bariyabû. Wê li ser alîkariyên xwe yên ji bo Rojhilatê Kurdistanê ev agahî dan:
“Ji dema ku li Rojhilatê Kurdistanê lehî rabûye ve, alîkariyên me didomin. Di van lehiyan de herî kêm 200 kes miribûn û bi deh hezaran xanî û avahî jî hilweşiyabûn. Niha jî bi sed hezaran kes li Rojhilatê Kurdistanê li benda alîkariyê ne.
Di gava pêşîn de me 250 hezar euro alîkarî şandibû ji Rojhilatê Kurdistanê re. Di gava duyem de jî me 100 hezar euro alîkarî şand. Ev alîkarî wê ji aliyê komîteyên Heyva Sor a Kurdistanê ve li mexdûrên lehiyê û li gelê me were belavkirin.
Me di 4’ê Nîsanê de ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya didome. Her wiha bi minasebeta meha Remezanê, kampanyaya fitr û zikatê jî didome.
Em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin ku bila alîkariyê bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe bidin malbatên hejar.”
KOLN