Bêrîvan El-Zîn ne bi tenê endama Heyva Sor a Kurd e, ew hemwelatiya Elmanya ye, endama Partiya Çep a Elmanya ye, alîkara zanistî a parlemanterê Meclîsa Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer e û her wiha endameke alîkar a Parlamantoya Ewrûpayê ye. Rayedarên PDK’ê di 22’ê Adarê de bê ti tawanbarî Bêrîvan El-Zîn binçav kirin.  Heyva Sor a Kurd binçavkirin û girtina Bêrîvan şermezar kir.


Bêrîvan xebatên insanî dimeşandin

Desteya Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, Bêrîvan El-Zîn ji Ewrûpa gelek piştgirî da Rojava û gelek alîkarî şandin, her wiha di nava xebatên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd de jî kar û xebat meşandin.

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye: “Ji destpêka karê me yê mirovî yê serbixwe  ve ku li Rojava-Bakurê Sûriyê hate meşandin, gelek dildarên ji Ewrûpa û deverên din ên Cîhanê tevlî xebatên me bûn. Li gorî rêziknameya bingehîn a Xaça Sor û Heyvên Sor ên Navdewletî me kar û xebat meşandin. Hevala me Bêrîvan El-Zîn yek ji kesên bi dildarî beşdarî xebatên me bûyî ye. 

Bêrîvan cara yekem 6 mehan wekî xebatkara tenduristiyê kar meşand. Di dawiya sala derbasbûyî de jî serdana Rojava kir û endamtiya Heyva Sor a Kurd bi dest xist, careke din di rêxistina me de kar û xebatên tenduristiyê meşandin. Piştî erka wê bi dawî bû, dema vedigeriya, li herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistnaê ve hate giritin. Bêrîvan bêyî tu tawanbariyan hate girtin û bi vê yekê ji 22’ê Adarê ve têkilî bi Bêrîvanê re hatiye qutkirin.”


Deriyê sînor li alîkariyan vekin

Heyva Sor a Kurd girtina Bêrîvan El-Zîn şermezar kir û ji rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku yekser sedemên girtina wê zelal bikin û Bêrîvan Zîn a ku li Rojava karên mirovî dikirin û zêdeyî carekê derbasî Rojava bûbû, tavilê berdin. Heyva Sor a Kurd ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de  li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî veke.

Ji bo Bêrîvan El-Zînê parlemantera partiya Çep a Elman Julla Jelpke jî daxwuyaniyek dabû raya giştî û ji Hikûmeta Elman xwestibû têkiliyên xwe yên baş bi lîderê PDK´ê Mesûd Barzanî re bi kar bîne da ku bike ku Bêrîvan El-Zîn were berdan û bi silametî vegere Elmanyayê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN