Rêxistina Heyva Sor a Kurd wekî piştgiriya manewî, şahiyek ji bo zarokên kampa Berxwedanê ya navçeya Fafîn a li Şehbayê li dar xist.
Şahî bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Efrînê hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, stranên filkolorî yên Efrînê ji aliyê zarokan ve hatin gotin, her wiha endamên Hevya Sor li ser çawaniya parastina tenduristiyê şanoyek pêşkêş kir.
Şahî bi gerandina govendê li ber stranan bi dawî bû.
Tê payîn ku îro jî li kampa Serdemê û navçeya Şêrawa jî şahî werin lidarxistin.
ANHA/ŞEHBA