Bi ya Çomanî ev hewldana PDK´ê ku dixwaze ji Mesûd Barzanî lîderekî fena “rûhanî” çêke, lê ji ber ku PKK partiya herî mezin a siyasî ye û îdeolojiya wê li parçeyên din ên Kurdistanê belav dibe, ev hewldan şikestê dixwe.

Lêkolîner û rojnamevan Kemal Çomanî di malpera 1001 Fikrên Iraqî (1001 Iraqi Thoughts) de li ser dewra Mesûd Barzanî di bêmanekirina saziyên destûrî yên Herêma Kurdistanê nivîsiye. Jixwe sernavê Darbeya Mesûd Barzanî li dijî Saziyên Destûrî yê Herêma Kurdistanê jî vê yekê vedibêjin.

Çomanî bi bîr dixe, tevî ku ti wezîfeya wî ya di asta herêmê de nîne jî, heyetên dîplomatîk ên diçin Başûrê Kurdistanê ji bilî serdana Serokwezîr (Mesrûr Barzanî) û Serokê herêmê (Nêçîrvan Barzanî), li derveyî protokola dîplomatîk hevdîtinê bi Mesûd Barzanî re jî dikin.

Dîsa xwe dide der

Li gorî wî piştî referandûmê zexta ji derve nexasim ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kir ku ew dev ji postê serokatiyê berde jî, ew niha weke lîderê herê bi bandor ê Başûr dîsa xwe dide der. Çomanî bi bîr dixe ku hilbijartinên di 2018´an de û serketina PDK´ê kiriye ku PDK yekdestdariya xwe ya li ser saziyên dewletê yên Herêma Kurdistanê zexmtir bike.

Çomanî dibêje ji serokatî û hikûmetê, heta bi saziyên ewlehiyê û çavkaniyên xwezayî hemû di kontrola PDK´ê de ne, lê ev jî têhna Mesûd Barzanî ya desthilatê naşikîne: “Tevî ew êdî ne serok e jî, piştî ku biraziyê wî Nêçîrvan Barzanî bû serok, ew dev ji ofîs û mala xwe ya berê bernade ku di nava qesra serokatiyê de ne. Nêçîrvan mecbûr hatiye kirin ku ji ofîsa xwe ya şexsî ya li Hewlêrê karê xwe yê fermî bike.”

Ji wan pê ve kes nikare bikeve

Çomanî bi bîr dixe ku qesr berê seyrangeheke li xelkê vekirîbû, lê piştî 1991´ê malbata Barzanî ew dagir kiriye û ji wan pê ve kes nikare bikeve deverê; bi wî rengî ku navê “Biryargeha Barzaniyan” lê hatiye kirin. Wekî din îşaret bi wê yekê dike ku PDK dixwaze bi gotarên xwe yên siyasî maneya îradeya gelê Kurdistanê li Biryargeha Barzaniyan bar bike. Li gorî Çomanî armanc ew e ku ji Mesûd Barzanî “Mercaê” tevahiya gelê Kurd çêkin, weke lîderiya şîî ya li Necefê; yanî dixwazin Baregeha Barzaniyan li Iraqê ji bo siyaseta Kurd navendî bikin, û bikin amûrek ji bo belavkirina hegemoniya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê jî.

Divê berjewendiyên Kurdan li pêş bigire

Bi ya Çomanî ev hewldana PDK´ê ku dixwaze ji Mesûd Barzanî lîderekî fena “rûhanî” çêke, lê ji ber ku PKK partiya herî mezin a siyasî ye û îdeolojiya wê li parçeyên din ên Kurdistanê belav dibe, ev hewldan şikestê dixwe. Jixwe li gorî wî, Abdullah Ocalan fîgurê herî bi tesîr ê Kurd e ji ber ku Kurdên Tirkiye û Sûriyê wî bê şik û guman weke serokê xwe dibînin.

Li aliyê din li Başûrê Kurdistanê bixwe jî di nava hikûmetê û derveyî wê de aliyên siyasî qebûl nakin ku Mesûd Barzanî weke “Marcaê Kurdistanê” bê nîşandan û wî tenê weke serokê PDK´ê dibînin.

Li gorî Çomanî ji bo qebûlkirina Mesûd Barzanî weke lîderekî neteweyî, şertê pêşî ew e ku berjewendiyên gelê Kurd li pêşiya yên malbat û partiya xwe dayne, partiyan li hev bîne, demokrasiyê xurt bike, edaleta aborî misoger bike, gendeliyê asteng bike û ya ji hemûyan girîngtir “Divê bi Êzîdiyan re li hev bike, yên ku PDK´ê gava DAIŞ´ê êrişê wan kir, dev ji wan berda.”

Encama nivîskar digihîjiyê jî ev e: “Têhniya Barzanî ya ji bo hêzê saziyên destûrî yên Herêma Kurdistanê texrîb dike, û xewnên avakirina demokrasiyekê li herêmê jî bêhtir lawaz dike. Hêza wî ya bêsînor di rastiyê de darbeyeke li dijî saziyên demokratîk ên destûrî ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

 NAVENDA NÛÇEYAN