Îlham Ehmed: Ne pêkan e em hêviyên xwe bi vê hevdîtinê ve girê bidin. Ev hevdîtin dê bibe destpêka çareserkirina hin pirsgirêkan. Bi taybetî kilîta çareseriyê û hêza rasteqîn li ser erdê di destê me de ye.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed hevdîtina MSD´ê ya bi rejîma Sûriyeyê re erênî nirxand û got: “Ne pêkan e em dewamkirina hevdîtinan piştrast bikin, beriya ku encamên hevdîtina yekemîn li ser erdê pêk werin”. Îlham Ehmed destnîşan kir ku ti rastiya gotegotên radestkirina herêmê bo rêjîmê nîne.

Bi armanca nirxandina hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û rejîma Sûriyeyê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed got, wan li ser vexwendina rayedarên rejîma Sûriyeyê, serdana Şamê kiriye û ev serdana yekemîn a MSD’ê li Şamê ye û wiha peyivî: “Beriya hevdîtina li Şamê li Tebqayê di navbera nûnerên rêjîmê û MSD’ê de hevdîtin pêk hatin. Hevdîtinên li paytext Şamê hevdîtina yekemîn di navbera MSD’ê û rejîma Sûriyeyê de bû.”

Mesele destûrî ye

Îlham Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku di çarçoveya hevdîtina wan bi rejîma Sûriyeyê re gelek alî bi gotegotan îdîa dikin ku MSD wê herêmên rizgarkirî radestî rêjîmê bike. Îlham Ehmed got, ev îdîayên van aliyan dûrî rastiyê ne.

Îlham Ehmed di axaftina xwe de giritbûna meseleyê wiha îfade kir: “Rast e, em bi rejîma Sûriyeyê re civiyan, lê divê hem hemû hêviyên xwe bi van hevdîtinan ve girê nedin. Divê em ji bo bipêşxistina rêbazên diyalogê bixebitin. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê daxwaz in, lê belê girêdayî maf û sîstema demokrasiyê li Sûriyeyê ye. Ev mijar kûr in û xwedî girîngiyeke mezin in. Divê rejîma Sûriyeyê li destûrê vegere, da ku hemû pêkhate û gelê Kurd li Sûriyeyê mafên xwe yên rewa wergirin.”

Gavên serketî ji bo avakirina sîstema demokratîk

Îlham Ehmed got, bi hevdîtinekê aloziya Sûriyeyê nayê çareserkirin û wiha dewam kir: “Di hevdîtinê de mijara sereke ew bû ku niyeta rêjîmê ya diyalogê heye yan na. Şandeya rêjîmê destwerdanên derve li Sûriyeyê kirin hincet û xwe ji tawanbariya di aloziya Sûriyeyê de dûr xist. Me ti carî êrişî rêjîma Sûriyeyê nekir, dema ku me êrişî rêjîmê jî dikir me tenê mafê xwe yê parastinê bi kar dianî. Me tenê banga wergirtina mafên xwe dikir û di salên aloziya Sûriyeyê de jî me tenê herêmên xwe ji komên çete diparastin. Yek ji daxwazên me avakirina sîstemeke demokratîk bû. Di vê çarçoveyê de me hin gav ber bi sîstema demokratîk ve avêtin û em tê de bi ser ketin.”

Kilîta çareseriyê gelê Sûriyeyê ye

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve wan çareserî ji aloziya Sûriyeyê re pêşniyaz kirine û hemû diyalogên ji bo bidawîkirina şer û aloziya li Sûriyeyê dê encamder bin.

Îlham Ehmed got, wan bi rejîma Sûriyeyê re mijarên giştî yên wekî rêveberiyên xweser û xebatên wê di birêvebirin û birêxistinkirina herêman de gotûbêj kiriye û got, “Heger lihevkirinek pêk were komîteyên xebatê dê bêne avakirin. Li vir xaleke girîng heye, heger bi me re li hev nekirin, bêguman ev vexwendina wan ji me re tenê di çarçoveya propaganda û gotegotên radestkirina herêmên rizgarkirî de ye.”

Hêza rastî ya çareseriyê di destê me de ye

Îlham Ehmed hevdîtina MSD’ê bi şandeya rejîma Sûriyeyê re erênî nirxand û got, “Ne pêkan e em hêviyên xwe bi vê hevdîtinê ve girê bidin. Ev hevdîtin dê bibe destpêka çareserkirina hin pirsgirêkan. Bi taybetî kilîta çareseriyê û hêza rasteqîn li ser erdê di destê me de ye.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku encamên rasteqîn ên hevdîtina bi şandeya rejîma Sûriyeyê re dê dewama hevdîtin û danûstandinan diyar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê me baş zanibe ku em ti carî danûstandinê li ser mafên gel û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê nakin û em ê bi hemû derfetan mafên pêkhateyan biparêzin. Çûna me ya Şamê di çarçoveya parastina mafan û peydakirina azadî û demokrasiya gelê me de pêk hat. Me ji şandeya rejîma Sûriyeyê re piştrast kir ku çareserî li ba me ye û ne li derveyî Sûriyeyê ye. Em xwediyên vê dozê ne, divê ji bo çareserkirina aloziyê li vî welatî em bi xwe li hev bicivin.”

 ANHA/QAMIŞLO