Ciwanên HDP´ê li Amedê di kongreyê de hatin gel hev û ji faşîzma AKP û MHP´ rê peyama “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe bi rêxistin bikin û mêhtingariya we parçe bikin” da.
Duyemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara ‘Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêhtingeriyê parçe bike’ doh li Amedê pêk hat. Di dewreke welê de ku dewleta Tirk endam û xebatkarên HDP´ê ceza dike û diavêje zindanan, gelek ciwan tevlî kongreyê bûn.
Kongre li Salona Kongre û Konferansê ya Geterler a li navçeya Baglar a Amedê çêbû. Polêsên Tirk dor li salona kongreyê girt û yeko yeko li nasnameyên ciwannan kontrol kirin. Ciwanên HDP’yî piştî kontrolê ketin hundirê salonê. Endamên Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV-GUÇ), Partiya Şoreşger, ji Herêma Kurdistanê endamên Yekîtiya Xwendekaran a Partiya Komunîst a Kurdistanê û ji Îranê jî endamên Yekîtiya Ciwanan tevlî kongreyê bûn.
Hevserok jî li kongreyê bûn
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî beşdarî kongreyê bû û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û peyam ji bo kongreyê rêkir. Pankartên bi nivîsa “Çi dibe bila bibe, encam wê bêhempa be”, “Bi ruhê jinên ciwan xwe bi rêxistin bike, tecrîdê bişikîne”, “Bi têkoşîna yekbûyî ya ciwanan xwe bi rêxistin bike, faşîzmê hilweşîne”, “Ji bo zanîngeha azad û xweser serî hilde” û “Em bi ruhê jinên ciwan ên azad xwe bi rêxistin bikin, azad bibin” li salona kongreyê hatin daliqandin.
Teqez em ê faşîzmê têk bibin
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag peyama 0Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî di kongreyê de xwend. Sezaî Temellî di peyama xwe de got, ji ber hewayê nekarîbû tevlî kongreyê bibe û wiha xîtabî ciwanan kir: “Ez silavên xwe ji ciwanên bi mîrateya Selehaddîn Adin, Deniz Karacagîl û Paramazan li Amedê kom bûne yek bi yek silav dikim. Ji bo em bi were bin me amadekarî kir. Lê ji ber muxalefeta hewayê ez nikarîbûm bêm. Teqez em ê faşîzmê têk bibin. Lê niha ji ber şertên hewayê nikarin tiştekî bikin.
[gallery ids="144790,144791,144792,144793"]Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e
Sekna we ya bi rêxistin, wêrek û biryar tirsa dilê faşîzmê ye. Ez bawer dikim ku dê kongre li gorî vê hêzê bi encam bibe. Serkeftinê dixwazim. Wek Mazlûm û rêhevalên wî gotî: Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e. Siberoja me li gel ciwanan berxwe dide.”
Bila li salonê binihêrin
Hevserokê KCD Berdan Ozturk jî bang li ciwanan kir û bal kişand ser pêvajoya 3 salên dawî û got: “Keftûlefta îqtidarê ew e Kurd nebin xwedî nasname û statû. Ji ber vê yekê erîşên li dijî Kurdan dewam dikin. Lê negihiştin armanca xwe. Em îro li ciwanên xwe dinerin, em dibînin ku pergal negihiştine armanca xwe. Nirxên ku em diparêzin nirxên mirovahiyê ye. Nasname û çanda me ye. Ji ber vê yekê tu hêz wekî demên borî niha jî nikarin me tune bikin. Bila li salonê binerin û vê rastiyê bibînin.”
Tecrîd li tevahiya Tirkiye belav bû
Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha peyivî: “Tecrîd îro li tevahiya Tirkiye belav bû. Gelê Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan 20 sal in li greva Îmraliyê bi tenê li ber xwe dide. Gelê Kurd xwestin li Îmraliyê tune bikin. Lê Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ev yek têk bir. Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirk, ji bo gelê Rojhilata Navîn jî bu hêvî. Bi tecridkirina Ocalan naxwazin aştî, aramî û azadî bê Rojhilata Navîn. Lê em dê van tevan pûç bikin.”
Silav li Leyla Guven
Ozturk, çalakiya Hevserokê KCD Leyla Guven jî bi bîr anî û got:”Birêz Leyla Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Bi armanca tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi vê çalakiyê kiriye. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan dixwaze heviyên gel tune bike. Êrîşên li dijî gelan encama tecrîdê ye. Leyla Guven li dijî tecrîd û pêkanînên li ser gelan dest bi vê çalakiyê kiriye. Leyla Guven tecrîd qebûl nekir û qebûl nake. Em ji vir silavên xwe ji zindana Amedê re dişînin. “
Ev sedsal sedsala Kurdan e
Her wiha Bedran Ozturk îşaret bi yekitiye neteweyî ya Kurdan jî kir û derbarê vê yekê de wiha axivî:”Dema mesele dibe statuya gelê Kurd hemû hêzên navdewletî dibin yek. Tirkiye êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Efrîn bajarê herî aram ê cîhanê bû. Lê Tirkiye êrîşî Efrînê jî kir. Tu çima Efrînê dagir dikî? Ev encama dijayetiya Kurdan e. Kurd gava xwedî li nasnameya xwe derdikve, rûyê dewleta faşîst dibîne. Her çend êrîşên xwe giran bikin jî Kurd li çar aliyan dibin yek. Kurd êdî li çar aliyan xwe bi rêxistin kirine. Tenê kêmasiya me yekîtiya neteweya Kurd e. Divê teqez em li dijî van êrîşên navdewletî yekîtiya neteweyî ava bikin. Divê em bi xwe biryara xwe bidin. Divê em kurd bi hevre bibin bersîv. Ev sedsal sedsala Kurdan e. Duh li Zilan, Dersîm û Cizîrê komkujî pêk anîn. Ger ku em bibin yek dewlet êdî nikare li ser kurdan komkujiyê pêk bîne.”