Parlamanterê berê yê Yekîtiya Ewropayê Per Gahrton û parlamenter Jabar Amîn, di gotarên xwe yên li Rojnameya Svenska Dagsbladet de diyar kirin, ku eger guhertineke bi vî rengî were kirin wê mirovên ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin tevlî refên PKK'ê bibin werin krîmînalîzekirin û ev yek rast nîne.
Di gotarê de hat ragihandin ku divê li dijî rêxistinên zordar ên weke DAIŞ û El Qaîdeyê têkoşîn were meşandin û hat gotin, "Li dijî vê, hêzên Kurd, Pêşmerge weke rizgarker dikarin bên dîtin. Lê belê li gorî raporekê, pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî DAIŞ'ê nebûne hêzeke leşkerî û ev yek jî pirsgirêkek e."
Gahrton û Amîn dan xuyakirin, ku rêya herî bi bandor a pêşîgirtina li çeteyên DAIŞ'ê, destekkirina şervanên azadiyê yên xwecihî ye û destnîşan kir ku Artêşa Azad a Sûriyeyê û pêşmerge nikarin vê wezîfeyê bi awayekî serketî bicih bînin.
Hat diyarkirin ku yekane hêza vê wezîfeyê bicih bîne PKK û partiya xwişka wê PYD ne, lê belê nebûna navê PKK'ê ya di nav lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de, rewşeke nakok e.
Gahrton û Amîn dan zanîn ku Hikûmeta Sor-Kesk bi naskirina Filistînê weke dewletê re di pêkhatina aştî û edaletê deroleke aktîf lîstiye û gotin, "Gava di rêzê de jî divê derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê be û ji bo desteka navneteweyî ji PKK û PYD'ê re were dayîn, xebateke aktîf were meşandin."

Ne terorîst, şervanên azadiyê

Endama Partiya Çep Yekbûn Alp jî di gotara xwe ya bi sernavê "Dem hatiye PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin" a li malpera înternetê ya Televîzyona Dewletê ya Swêdê hat weşandin de, destnîşa kir ku Hikûmeta Swêdê di sala 2002'an de şaşitî kiriye ku navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê bicih kiriye û xwest, PKK ji lîsteyê bê derxistin.
Alp şerê 30 salan ê di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de kurteber kir û diyar kir, ku tevî PKK'ê gelek caran agirbest îlan kiriye jî dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti gaveke şênber neavêtiye.
Alp bibîr xist, ku dewleta Tirk bi bikaranîna qanûnên antî terorê re zextê li siyasetmedarên Kurd, aktîvîstan, rojnamevanan û mirovên bi sempatî nêzî PKK'ê dibin dike û wan dixe girtîgehan. Alp got, "Ez çûm Qendîlê û min PKK ziyaret kir. Yên ku min ew li wir dît ne terorîst bûn, şervanên azadiyê bûn."

Alp destnîşan kir ku derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bike. 

STOCKHOLM