Li rojhilatê Efrînê rêze Çiyayên Emanos û li bakur Çiyayên Torosê, li rojhilat herêma Şehba û li başûrê wê Çiyayê Seman hene. Ji ber ku nêzîkî deryaya Spî ye, hewaya wê hênike. Havînan germ e û zivistanan sar e, baraneke xweş lê dibere: 500-600 milîlître serê metroyeke çarçik.
Di zemîna Efrînê de erdên çandiniyê pir li pêş in, di xaka wê de hemû heşînayî têne çandin, ava wê ya binerd û ya ser erd gelek e. Çemê Efrînê di nava deşteke bi dirêjahiya 55 kîlometoyan re derbas dibe.
Li kantonê fasûlî, fûl, gulên bînê, garisên spî û zer, şêlim, pembo, tutin û darên bi berhem wekî zeytûn, tirî, sêv, duraq, mişmiş, carink, loz, menga û cûreyên pirteqal û lêmûnan tên çandin. Lê belê herî zêde, cotkarên Efrînê darên zeytûnan diçînin û ji ber vê yekê Efrîn wekî welatê zeytûna tê nasîn. Cotkar di mehên cotmehê de genim û ceh diçînin. Genim li tevahiya kantona Efrînê tê çandin. Navçeya Cindirêsê navçeya herî zêde genim lê tê çandin e.
Li tevahiya kantonê li 77 hezar hektaran darên zeytûnan hatine çandin. Ev jî teqrîben 9 milyon darên zeytûnan in. Di mehên dinavbera tîrmehê û îlonê de cotkar li gorî pêwîstiyê 3 caran darên xwe av didin, her darek zeytûnan di navbera 70 û 110 kîloyan berhem dide. Cotkar zeytûnan diguvêşin û ji wan zeytê çêdikin. Sala 2009’an ji berhemê yekem 150 ta 200 hezar ton zeyt ji zeytûnên Efrînê hat hilberîn.
Darên pirteqal û lêmûnan jî li tevahiya kantonê û bi taybet li navçeya Şiyê têne çandin.
Li aliyê din jî gelek cûreyên şînahiyan têne çandin ên wekî xes, silk, sibenax, tivir, bexdûnis û reşal têne çandin, wekî din kartol, frengî, balîcan, îsot û kundir jî têne çandin.
NÛRHAT HESEN / SEYDO ÎBO/ANHA / EFRÎN