Ji bo mirov hêza dengbêjan bibîne, li kapasîte û bêsînoriya wan serwext bibe, beriya her tiştî pêwîst e mirov dîrok, çand û zimanê Kurdî baş zanibe.

Mamoste Mustefa Reşîd di nivîsa xwe ya hefteya borî de ev tesbît kiribû: "Zimanê me, berî ku zimanê wêje û toreyê be, berî ku zimanê roman û çîrokan be, ew zimanê stran û helbestane." Ev tesbît a girîng jî bi daxwaza bi tolerans nêzîkbûna bikaranîna  şêwazên cuda yên peyvên Kurdî ji aliyê dengbêj û helbestvanan ve anîbû ziman. 

Ji ber vê taybetmendiya zimanê Kurdî, yek ji xurttirîn zimanê devkî yê cîhanê ye. Dengbêjên domdarên vê çandê jî hostayên peyvê, teswîrkirina erdnîgarî, bilêvkirina asta civakî, aborî û ji jiyana rojane ne. Bi meşa qîzekê yan jinekê dikarin bûyerên dîrokî, xwezaya civak, erdnîgarî, demografiyê tevan bi hev re bihûnin.  

Dixwazim ji bo vê yekê, gorbuhişt Bavê Selah (Ebdulrehman Umer) ê beriya salek û nîvê ji nav me koç kirî, hêza gotina wî weke mînak bidim. Çêj û tehma şîrove û vegotina destan û stranên mîna Siyamend û Xecê, Derwêşê Evdî, Tiwîr Begê Lawîn, Memê Alan û hwd. cuda ye. Îro dixwazim bi tesbîtên li jor re girêdayî strana wî "Yar Meyro" bigirim ber xwe. 

Bavê Selah di destpêka stranê de bi teşbîh û şibandinên xwe hostayiyeke bê mînak nîşan dide:


Yarî Meyro; 

min go ti li girî tê, min li girî tê

Rojekê ezî rûniştîbûm min balê xwe danê 

zirke zirka darê meyî xênî tê

Min got hebê bayê berî baranê rabûye, 

taveke ji tavê biharê hêdî tê…

Ya min got hebê ewil û maqûlê Şerqiyan û Beraza daketine deşta Sirûcê ji xwe re dilîzîn bi cirîtê…

Ya min got hebê berfek vê sibehê li serê çiyan diwêrive, dengê Feratê me yî jêrî tê… 

Feratê me rabûye li hêlî tê, di ortê re avê meyî tê, di ser re kef û kopukê spî tê…. 

Di deştê re, avê zelal lê belav dibe wek çigîtê….

Wê çaxê derketim derve min bala xwe dayê Meyrema Miho Begê li ser tirke tirkê qundura ji mehel a me ya jorî tê….

Di vir de em ji erdnîgariyê heta bi tevgera hewa û atmosferê her wiha adet, orf, lîstikên demê û hebûnên eşîrî tev hatine rêsandin ji bo bilêvkirina van "tirke tirkê" qundura Meyrema Miho Begê ji xwe re kiriye hincet. 

Dîsa ji bo bikeve beşeke din a stranê ji dem û demsalê, ji tevgera hewayê dest pê dike: 

Ji êvara xwedê ve baran barî

Ji nîvê şevê û şûnde berfê lêkir, 

bi sibê re ba ket û erd qemitî 


Ji bo hêrsa xwe ya kesên fesad ên dibin sedema ji hev veqetîn yan negihiştina hev a dildaran jî van nifiran dike. Lê belê nifir di heman demê de wêneyekî jiyana demê radixe ber çavê me:

Heçî di navbeynê me; du dilan kevê 

xwedê wan bixwîn û dilekî sar, 

Bila sukrê xwe bişkê li pêşî malê 

nemîne ne golik û ne dewar

Meşkê xwe hişk bimîne li dar, 

li pêşî malê nemînin ne berx û ne kar

Hinebûk û zava di malê xwe de nemîne, bimîne berdîwar

Cih û warê wî bikavil be, li pêş malê ne tên dîtin ne gul, ne çîçek û ne dar...


Tevî ku pirraniya temenê xwe li Rojava derbas kir jî Bavê Selah mîna seyahekî yek bi yek di stran û destanê xwe de bi erdnîgarî, eşîr û herêmên Kurdistanê dizane, nas dike. Mîna ku gav bi gav li her çar parçeyên Kurdistanê û herêmên li wan geriyaye di stranê de ji Meyremê re pêşniyaz dike ku birevin, biçin cihekî da bigihijin mirada xwe:

Lê lê Meyremê 

tu were destê xwe bi destê min de

Emê derkevin ji vî gundê me yê gunehkar

Li vî gundî nabê ne jiyan û ne dabar

Ramûsanê Kinik Meryama Miho Begê li min kirina axuya Marê Seyar

Were emê xwe bavêjin paş axayekî Kurmanciyê mîna Hemê Hekar

Eger dabara min û te va li wir nebî 

emê xwe bavêjin paş Eliyê Betê; peyayê Kurda yî xedar

Eger dabara min û te va li wir nebî 

emê xwe bavêjin ziyareta Ebû Muslimê Xorasanî, yan Ebû Muslimê Tobedar

Eger dabara min û te va li wir nebî, 

zanibe bi me re çep geriya feleka neyar


Di pesindayin û rawekirina bedewiya Meyremê de jî heman rêbazî bi kar tîne û ji Helebê heta bi Stenbolê her tişta bedew ji bo wî hincet e ku Meyro  pênase bike: 

Belê biskê xwe vereşandin ji bin şalê, ji bin herdemê

Bisk û guliyên Meryama Miho Begê, 

Mîna marê Şêx Mendel li pêşiya deriyê Keleha Helebê

Birî û bijankê xwe kevanîne

çatma û ser derê Kelha Dimdimê

Wê çaxê min balê xwe danê, 

çavê reş û belek in mîna morîk û mircanên li nav têlê qelsemê

Sîng û berê Meyrema Miho Begê mîna qendîla Siltan Silêman e


Di fînala stranê de jî mirov bi şibandin û teşbîhê xwe, motîfên balkêş ên erotîk ku mirovan sermest dikin bi kar tînê û stranê bi dawî dike: 

Xwêdana li ser memikê vê zalimê 

Mîna pirsineka berî berfa hûr e, 

weke xwunafa vê sibê li ser pelê vê gulê

Erê caf û xwunafa li ser memikê Meyrema Miho Begê

Hezar û hefsed car xweştir in ji ava vê Zemzemê