TT ku agahiyên avabûna mîlîsê ji Suryaniyekî Iraqê girt, diyar kir ku kesê agahî daye wiha gotiye: “Em hêvî dikin ku hêza ji 5 hezar kesî pêk tê ava bikin. Kesên hatine bav hev kesên tecrubeyîne. Hemû jî herêmê baş nas dikin. Di gotara bi ser navê ‘Ji herêma bi ewle de çek girtin’ ku di malpera Înternetê ya Hujada a li Swêdê weşanê dike de hate weşandin hat diyar kirin ku ligel ku parlamentoya Iraqê ji bo ewlehiya Suryanî-Asuriyên Nînovayê pêngava erênî avêtiye jî, hêzên din ên cîhanê tu tiştek nekirine û Suryaniyên Nînovayê ji bo parastina xwe hêza mîlîs ava kirine. Di gotarê de hat gotin ku piştî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Asuriyan avakirina herêma ewlehiyê red kir şûnde, di nava gel de rê li ber bêbaweriyê vebûye. Nûnerê paye bilind yê hikûmeta welatê Ewropayê ku ji Hujada re jî axivî diyar kir ku  ji ber bûyerên berê yên li Afganîstan û Iraqê naxwazin leşkerên xwe bişînin Iraqê.

Daxwaza çekan dikin
Yek ji rayedarên Koalîsyona Neteweyî ya Amerîka-Asurî Martîn Youmaren ku bi rayedarên DYA’yê re di nava têkiliyan de ye got: “Çend roj berê me helwesta xwe guhert. Niha em ji DYA’yê dixwazin ku çekan bidin Asuriyan.” Endamê Tevgera Demokratîk a Asurî, parlamenterê parlamentoya Iraqê Îmad Youkhanna jî di daxuyaniya xwe de got hikûmeta Bexdayê dixwaze ku çekan bidin Asuriyan. Rojnameya Swêdê Aftonbladet jî gotaretek bi ser navê ‘Dê DAIŞ’ê bidin sekinandin’ weşand û di gotarê de tê gotin ku serokê Federasyona Asuriyan Afram Yakoub, diyar kiriye ku Suryaniyên Nînovayê bi telefonê ji wî re gotine ku wan mîlîs ava kirine. Gotarê wiha berdewam kir: “Asurî dibêjin qey bêbextî lê hatine kirin. Piştî malên xwe terk kirine, li derve dimînin. Hêzên parastinê dê gelê Nînovayê biparêze.

 STOCKHOLM