Mona Chollet, di pirtûka xwe de wiha behsa wê fermana sedsala 16 û 17´an a li dijî jinan a bi navê Neçîra Pîresêhran dike: “Wê demê cihê jinan ê li nava civakê gav bi gav mezin dibû. Tirsa ku ji ber vê yekê derket holê rê li ber şidetê vekir.”

Pirtûka dawî ya rojnamevan-nivîskar Mona Chollet “Pîresêhr, hêza neşikestî ya jinan” (Sorcières, la puissance invaincue des femmes) e. Di pirtûkê de tê gotin, nêçira girseyî ya pîresêhran ne qezayeke dîrokê ye, ne jî dînîtiya çend dînperestên tundraw e.

Kesên ku li Ewrûpaya Ronesansê dihatin sûcdarkirin ku pîresêhr in, gelo bi rastî jî kî bûn? Van sedsalên terorê, kîjan jin sansur kirin, tine kirin û tepisandan? Pirtûka ji 232 rûpelî ya ku li Fransayê ji aliyê weşanxaneya Éditions Zones/La Découverte ve hate çapkirin, bi nihêrîneke femînîst bersivê dide van pirsan. Mona Chollet destnîşan dike ku Nêçira Pîresêhran (bi vî navî bê zanîn jî di rastiyê de ev fermanek bû) a ku di sedsalên 16 û 17’an de pêk hat, cihana heyî afirand.

Berxwedana pîresêhran

Mona wiha qala berxwedana pîresêhran dike: “Nêçira Pîresêhran carinan malbatek bi temamî ji holê rakir, hin pratîk û nêzîkatiyên ‘nedihatin qebûlkirin’ bi awayekî herî bê rehm tepisandin û bi vî rengî tevkarî li afirandina cihana heyî kir. Heger ev nehatibûya kirin, pêkan e ku civakên gelekî cuda niha hebûna. Ji aliyê tercîhan, rê û rêbazên mehkûmkirinê ve ji me re qala tiştan dike.”

 

 Ne qezayek bû şerê li dijî jinan bû

Mona destnîşan dike ku Nêçira Pîresêhran ne qezayeke dîrokê ye, ne jî dînîtiya dînperestên tundraw e û wiha dewam dike: “Wê demê cihê jinan ê li nava civakê gav bi gav mezin dibû. Tirsa ku ji ber vê yekê derket holê rê li ber şidetê vekir.”

Nivîskar dibêje, ji sedsala 15’an û pê ve reşkirina pîresêhran bandoreke mayinde li civakan kir û bi bîr xist ku hîn jî jin di fîgurê pîresêhran de tên nîşandan.

 

Cinsiyetperestî dewama Nêçîra Pîresêhran e

Mona Chollet di pirtûka xwe de bi kurtasî dibêje, “Tê dîtin ku cinsiyetperestiya hemdem beşek ji kevneşopiya demdirêj a Nêçira Pîresêhran e. Jinên nezewicî, pîr, bî û yên ku nedixwestin zarokan bînin dinyayê, di sedsalên 16 û 17’an de dibûn hedefa şidetê. Niha jî jinên ku xwe ji rehên ‘pîrektiyê’ rizgar kirine, dibin mexdûrên pratîk û gotinên cinsiyetperest.“

Vegera pîresêhran

Monayê destnîşan kir ku “pîresêhr” niha jî li her derê ne û wiha dewam kir, “Pîresêhr Li aliyekî qurbana mayinde ya ‘edaletê’ ye. Li aliyê din jî serhildêreke bi biryar û bidestneketî ye.”

Mona Chollet ji hejmara Cotmehê ya kovara Le Monde Dîplomatîqûe re nivîsî û bi taybetî bal kişand ser rêbazên çalakiyan ên bi hezaran jinên ku li ber Serokê DYE’yê Donald Trump rabûn. Chollet dibêje, “Biricifin, va ye, pîresêhr vegeriyan.” Kovarê jî îşaret bi çalakiyên femînîst û anarşîstên li Fransayê yên li dijî qanûna kar kir û got, “Li Fransayê jî pîresêhr balê dikişînin ser xwe.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN