Hêza Şoreşa Kurdistanê


Hemo di çerçoveya nirxandina sala 2013’an de jî bibîr xist ku YPG’ê bû navê berxwedana bêhempa ya li dij êrîşên ji aliyê hêzên serdest ên navnetewî, hin hêzên herêmî û hevkarên wan ên Kurd. Hemo YPG mîna hêza bi tenê ya parastina gelê Rojava binav kir û ragihand ku bi berxwedana ku heta niha hatiya nîşandan YPG’ê ev rastî piştrast kiriye û pêngavên wan ên heta niha hatina avêtin jî ji bo Sûriyeyeke demokratîk a xwedî jiyana wekhev in.
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Hemo têkildarî encamên têkoşîna YPG’ê de jî wiha axifî: “Piştî êrîşan û berxwedana li dij van êrîşan bawereyike mezin ji bo YPG’ê bipêş ket. Êdî gelê me li dora YPG’ê kom bû. Beşdariya nava refên YPG’ê zêde bû û bi vê mezinbûn û bihêzbûnê re dost û dijminan tevan qebûl kir ku YPG’ê hêza tekane û rewa ya parastina Rojavayê Kurdistanê ye. Bêgûman ev yek di encama ked, hewldan û berxwadanê pêk hat. Dîsa di encama xwîna lehengên ku di vê berxwedanê de şehîd ketin pêk hat.”
Hêza parastina gelan
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo di nirxandinên xwe de ragihand ku YPG’ê bi pêngav û têkoşîna heta niha meşandiye tevî gelê Kurd bûye hêza parastina hebûn û nirxê hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê dijîn. Hemo têkildarî mîsyona YPG’ê ya parastina hemû hebûnên li Rojava de jî wiha got: “Mîna YPG’ê berpirsiyariya me ya paratina Kurdan, Rojava û hemû gelên li Rojava dijîn heye. Lê li aliyê din li herêmên Ereban jî komên çete kirinên kirêt li dij gelê Ereb dikirin. Zextên mezin pêk dianîn û mirovên wan qetil dikirin. Dest didanîn ser mal û mulkê wan. YPG’ê biryar da ku Ereb û gelên din ên Rojava ji bin zexta van çeteyan rizgar bike û pêngav da destpêkirin. Me herêma Kurdan diparast lê nebû ku em ji zulm û tevkujiyên li dij gelên din re çavê xwe bigirin. Ne dibû ku em li dij talan, qetilkirin û êrîşên li ser gundên Ereban bêdeng bimînin. Ne dibû ku em li dij yên êrîş û zilm li Sûryanî, Asûrî, Tirkmen, Erebên Sunî û hwd. re bêdeng û bêhelwest bimînin. Ji ber vê yekê jî dikare pêngavên li Til Koçer, Serêkaniyê, Til Temir, Tirbespiyê mîna pêngavên biratiyê û yekîtiyê werin binav kirin. Pêngavên azadiya gelan bûn. Li hin herêman ji van dibe hejmareke kêm Kurd dijîn. Bi piranî Ereb, Tirmen, Ermenî, Asûrî, Sûryanî û Çeçen dijîn. YPG’ê li ser pêngava gelê Ereb ev pêngav da destpêkirin û heda dawî jî bir.”
Tola şehîdan wê were standin
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bal kişande ser şer û pevçûnên demê dawî yên li Til Hemis û Til Berek ku bûyer bi pêşengiya hin komên Kurd ên xayin tên birêvebirin û got li her derê wê beriva van bi tundî were dayin û tola rêhevalên wan ên hatine qetilkirin were standin. Hemo derbarê mijarê de wiha berdewam kir: “Di vê rewşa tê jiyîn de rola hikûmeta başûrê Kurdistanê jî heye. Partiyên ku wan destek dike û xwe mîna partiyên Kurd ên Rojava didin nasîn ên mîna PAzadî û Yekîtiya Siyasî di vê rewşê de xwedî berpirsiyariyeke mezin in. Dîsa hin komên çete ku îdîa dikin di nava Artêşa Hur a Sûriyeyê de nejî tevlî van karan dibin. Ji xwe bi daxuyaniyên didin jî vê yekê aşkere dikin. Yên van daxuyaniyan didin El Partî, Azadî û komên çete yên li başûrê Kurdistanê hatine birêxistinkirin in. Ji ber van êrîşan jî mîna YPG’ê mafê me yê bersivdayinê heye. Ew jî mafê tolhildanê ye. Divê vê yekê baş bizanibin. Me ne got wan ev tişt kirine, wan bi xwe daxuyanî dan û kirinên xwe aşkere kirin. Madem ki bi daxuyaniyan berpirsiyariya vê yekê digirine ser xwe em jî wek YPG’ê emê bê helwest û bersiv nemînin. Em mîna hêzeke tolhildana şehîdan hatine sazkirin. Bi soza tolhildana Şehîd Xabat me sazbûna xwe pêk anî. Di naverokê de jî têkoşîneke li di xiyanetê ye.”
Azadî bi berxwedanê tê bidestxistin
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo têkildarî sala 2014’an de jî nerînên xwe parve kirin û destnîşan kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya gelê Kurd û Sûriyeyeke demokratîk wê berdewam bike. Hemo wiha dawî hi nirxandinên xwe anî: “Hemû hewldanên hêzên navnetewî ewe ku xwîna li Sûriyeyê tê rijîn zêdetir bikin. Ji ber ku hemû pîlanên wan ên heta niha næihan didin ku ne ji bo rewestîna xwînê, berovajî ji bo bêhtir rijîna xwînê ne. Li dij van pîlanên xêrnexwaz tevan jî emê ji bo Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û di nava aştiyê de têkoşînê bidomînin.
Mijareke din jî ewe ku PYG’ê wê pêngavên xwe û bihêzbûna xwe bidomîne. Em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî ciwanên Rojava dikin ku beşdarî nav refê YPG’ê bibin. Bi reva Tirkiyeyê, Başûr û dewletên din azadî pêk nayê. Azadî bi beşdariya YPG’ê û berxwedanê dikare pek were.”
SEYİT EVRAN/ÊFRÎN
