Doh hezar 521 welatiyê din di deriyê Murşîd Pinarê re vegeriyan ser axa xwe. Hat ragihandin kesên vegeriyan Kobanê ji wan 861 welatiyên Ereb e û 660 jî Kurd in. Gelê ereb bi riya 100 tirimbêlan ji aliyê rêveberiya kantonê ve ji bo bajarên Girê Spî (Til Ebyad) û Serêkaniyê hatin veguheztin. Li gorî daneyên rêveberiya kantonê di nava 9 mehan de zêdetirî 175 hezar welatiyên Kobanî vegeriyane welatê xwe.
KOBANÊ